Nûçe

KOMCÎWAN di besê sanoyê da jî zîrekîya xwe nîsankir!

Roj Yûnis- Berlîn

Berlîn – Komela Zarok û Xortên Kurdistan, KOMCÎWAN, di roja 17.01.15an da, li bajarê Berlînê, bi navê ‘Café bê sînor’ sanoyek amade kir.

Sano, bi motoya salane yê Komcîwan ‘Bê Sînorî ‘ Em Neteweyek in!’ li salona Weisse Rose, hatibû amadekirinê. Salon bi devî devî tijî însan bûn.

Babeta sanoyê ji çar çîrokan pêkhatibû.

Çîroka yekemin li ser jîyana xorteke homoseksûel hatibû avakirin. Xort, tim di nav metirsîyeke mezin da jîyana xwe didomand; rewsa xwe ji malbat û heval û hogirên xwe vedisart. Ditirsîya ku, ger ew pê bihesin, pêwendiyên xwe bi wî ra qut bikin.

Xorteke qure, ji xwe razî û derewkar babeta çîroka duwemîn bû. Ew xort, bi keçeka Kurd ra hevaltî dike. Tim û tim pesnê xwe dide, ku ew dikare bi pir zimanan bipeyîve. Keça Kurd pê dihese, ku ew Kurd nin e û jê daxwaz dike, ku Kurdî hînê wê bike. Qasogiravî çend hevokan bi Kurdî dibêje, lê kes pê bawer nake. Keçika zîrek bi wî awayî derewkarîya wî xortî derdixe holê.

Çîroka sêyemîn li ser jîyana xortekî Kurd e. Ew bi xwe dewlemend e. Rojek ji rojan li ser rê rastî jineke tê. Di hembêza jinikê da pitika wê û parsê dike. Dema ku lawik dixwaze pere bidê, pê dihese ku, ew jinik jî Kurd e û ji gundê wî hatîye. Jina belengaz destpêdike jîyana gundê xwe jê ra dibêje, çawa mirovên DAÎSê ketine gundê wan; mirovan kustine, keç û jinan revandine û her tistê wan xirab kirine. Ew, ji ber vê zulmê banzdaye hatîye û niha bi tena xwe Ewrupayê dijî.

Cudabûna olî û encamên wî jî babate çîroka çaremîn bû. Keçeka Kurd a Elewî, bi xortekî Musilman ra hevaltî dike û ew dixwazin jîyana xwe bikin yek. Lê mixabin malbatên herdu alîyan jî, ji wan ra astengî derdixin. Xortê Musilman, hember vê astengan serê xwe xar nake; berxwe dide û dawîyê da dibin jin û mêrên hev.

Derhênera sanoyê, listikvanê navdar Korkmaz Aslan bû. Aslan di filmên mina ‘My swêt Pepperland’ yê Hiner Salim û ‘The Cut’ yê Fatih Akin da rol girtîye.

Sano, bi destê Sertaç hatibû birêvebirin.

Divê pesnên lîstikvanên sanoyê bê dayîn.

Di sanoyê da Evîn, Roj, Zelal, Özkan, Medîya, Alî, Kawa, Cîwar, Rodî, Vîyan, Melîna, Sîna û Sînem bi awayên cure cure hunerên xwe pêskês kirin. Bîneran, kêfxwesîya xwe bi wan nîsan dan û bi deqîqan ji wan ra çepikan lêxistin.

Armanceke KOMCÎWAN bi vî sanoyê ew bû, ku hatina sanoyê ji bo Kurdên Kobanê bi rêbikin. Li gor berpirsîyarên KOMCÎWAN, ewana gihîstin armancên xwe.

Dengê Kurdistan

Back to top button