Nûçe

Delegasyona KOMKARê Seredanî li Seferata Fînlandîyayê kir

Alîkarîya Aborî ji bo penaberên Kurd!

– Pistgirî ji bo Serxwebûna Kurdistanê!

(Dema Nû-Berlîn) – Di roja 30.01.2015an da Delegasyoneka KOMKARê, li bajarê Berlînê seredanîya seferata Fînlandîyayê kir. Delegosyan , ji 3 kesan pêk hatibû: Serokê gistî ya KOMKAR-Navend, Rohat Geran, ji KOMKAR-Berlîn, serokê komelê Dr. Sukrî Guler û endamê komîtê Medîha Lîndler.

Sefîr Birêz Marko Laine û berpirsîyarê mafê mirovan ya Rojhilata Navîn Xanim Anna Hakala, pêsewazî li delegasyonê kirin.

Endamê KOMKARê, li ser rewsa penaberan kirin, ku ji ber zulm û zordarîyê DAÎSê revîyabûn û li Basûrê Kurdîstanê cîh û war bibûn.

Sefîr Birêz Marko Laîne jî, di axaftina xwe da li ser berpirsîyarîya welatê xwe anî zimên û alîkarîya aborî ji bo penaberan bi hevxebata KOMKAR û hukumeta Herema Kurdîstanê girêda. Ji bo karûbarên dûr û dirêj jî, di besa perwerdeyî da, bi xasima avakirina dibistanan, wek kareke realîst ya welatê xwe da xuyakirinê.

Di hevdîtinê da, li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê jî hat axiftin. Delegasyona KOMKARê ji wan daxwaz kir, ku Fînlandîya pisgirîya xwe nîsan bide û ji bo bîrûrayê gistî ya cîhanê jî çalakî kar bike, da ku Kurd bighîjin vê armancê.

Delegasyona KOMKARê, dawetnama Newroza 2015an pêskêsî Sefaretê kir û her weha kêfxwesîya xwe bi hevxebatê nîsan da.

Dengê Kurdistan

Back to top button