Nûçe

YADKERDENE

YADKERDENE

Naye ra 90 serî ravê sarê kurdî, bi rayberîya Sêx Seîdî û hevalanê deyî dustê rejîmê kemalîstî û gonîwerî, edi 8. Gucige 1925’îne de, Pîran de sere dard we. Sêx Seîdî û kesanê ke dustê Komara Tirkîye de sere dard we, wastêne ke herdê Kurdistanî ser ro, kurdî xo bi xo îdare bikerê.

Mistafa Kemal û qadroyanê kemalîstî verê serê cîhanî yê yewine soz dabî kurdan, ke ser ra tepîya heqê kurdan kî biêro dayene.

La Mistefa Kemal û kadroyanê kemalîstî sozo ke dabî kurdan bi canêard. Bi kilmîye kurdî xapitî. Sêx Seîd û embazên deyî seba naye dustê Komara Tirkîye sere dard we. Edi na serewedardeyene de rejîmê kemalîstî yê gonîwerî bi hezaran kurdî kistî û dew û saristanên kurdan kerdî gola gonî.

Komara Tirkîye û kemalîstan, Sêx Seîd û 47 embazên deyî yên ke edi na serewedardene de rayberîye kerdêne, guretî û Dîyarbekir (Amed) de 29.Hezîrane 1925’îne de darde kerdî.

Serewedardena Sêx Seîdî ser ro 90 serî verdî ra û hona kî kes nêzano ke gora Sêx Seîd û embazanê deyî kotî der a.

Sêx Seîd, verê dardekerdene qese keno û a qesekerdena xo de vano:

„Ez nika na dinya ra xatir wazena, sona.

Ez seba miletê xo, xo feda kena û sona, posman niya.

Tenya wazêde min esto, ke tornên min dustê dismenî de min qic waromederê.’

Çito ke sîîrnûs û nûskarê kurdî Eskerê Boyik vano:

Ez zana Kurdistan awan bo
Layikên kurdî egîtê deyî bo
Ewro bo ya kî meste bo
Ez zana Kurdistan awan bo.’

Ma edi 90 serîya serewedardena Sêx Seîdî de sehîdanê serewedardene anîme re xovîrî û vanîme, sima edi goranê xo de rehet bê. A beyraqa qewxa ya ke sima guretbî ewro kî tornên sima bi qehremanîye û bi sereberzîye mesmesnenê.

Ruhê sima sad, cayê sima cenet bo.

Yewîya Komelanê Kurdistanî-KOMKAR

—-

Bîranîn

Ji vir 90 sal berê gelê Kurd, bi pêsengiya Sêx Seîd û hevalên wî li dijî rejîma Kemalîst û xwînxwar, di 8´ê Sibata sala 1925´an da li Pîranê serî hilda. Sêx Seîd û kesên ku li hember komara Tirkiyê serî hildan, dixwestin ku li ser axa Kurdistanê, Kurd bi xwe xwe îdarê bikin.

Mistefa Kemal û kadroyên Kemalîst berî Serê Cîhanê yê Yekem soz dabûn Kurdan ku wexta ser biqede heqê Kurdan jî bê dayîn.

Lê Mistefa Kemal û kadroyên Kemalîst soza ku dabûn Kurdan bicîh ne anîn. Bi kurtî Kurd xapandin. Sêx Seîd û hevalên wî ji ber vê yekê li dijî Komara Tirkiyê serî hildan. Di vê serhildanê da rejima Kemalîst a xwînxar bi hezeran Kurd kustin û gund û bajarên Kurdan kirin gola xwîne.

Komara Tirkiyê û Kemalistan, Sêx Seîd û 47 hevalên wî yên ku di vê serhildanê da pêsengî dikirin girtin û li Diyarbekir (Amedê) 28´ê Hezîrana sala 1925´an da bidarvekirin.

Li ser serhildana Sêx Seîd 90 sal derbaz bû û hîn jî kes nizane ku gora Sêx Seîd û hevalên wî li kuderê ne.

Sêx Seîd wexta were bidarvekirinê axaftinek dike û di vê axafinê da dibêje:

„Ez niha ji vî dinyayê xatir dixwazim, diçim.

Ez ji bo gelê xwe, xwe feda dikim û diçim û posman nînim.

Tenê daxwazeke min heye, ku neviyên min li hember dijmin min piçûk nekin.’

Wek helbestvan û niviskarê Kurd Eskerê Boyîk dibêje:

„Ez zanim Kurdistanê çê be.’

Em di 90 saliya serhildana Sêx Seîd da sehidên serhildanê bibîrtinin û dibên, hûn di gora xwe da bas razên. Ew ala tekosinê ku we hilgirtî bû îro jî nevîyê we bi qehremanî û bi serbilindî dimesînin.

Ruhe we sad, cîhê we bihust be.

Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR

Dengê Kurdistan

Back to top button