Nûçe

Berlîn: Delegasyona KOMKARê îcar jî seredana Seferata Danîmarka kir

Dema Nû-Berlîn

Seredana seferatan ya Delegasyona KOMKARê berdewam dike.

Delegasyona KOMKARê di roja 06.02.2015an da seredanîya sefareta Danîmarkayê kir.

Delegasyon ji sê kesan pêk hatibû: Rohat Geran (Serokê KOMKAR-Navend), Dr. Sükrü Güler (Serokê KOMKAR-Berlîn) û Medîha Lîndner (Endamê Komîta Rêvabir ya KOMKAR-Berlîn)

Delegasyon, di gel Sefîr Wîllîam Boe û berpirsîyarê besa Sîyasî û Aborî Kîm B. Olsen ra rûnistin.

Berpirsîyarên KOMKARê li ser rewsa Rojhilata Navîn, rewsa gelê Kurdîstan, bi taybetî jî rûdawên mehên dawîyê anîn zimên. Ji Sefîr daxwaz kirin, ku Danîmarka ji alîyê polîtik ve bi çalakî pisgirîya daxwaza serxwebûna Kurdîstanê bike. Her weha li ser rewsa penaberên ku îro li Kurdistana Basur in, agahdarî hat dayîn. Ji Sefîr daxwaz kirin, ku Danîmarka ji alîyê însanî û aborî pisgirîya xwe bi wan penaberan ve nîsan bide.

Sefîr Wîllîam Boe, di axaftina xwe da helwesta welatê xwe anî zimên û dîyar kir, ku Danîmarka, hember terorîstên DAÎSê, di gel Yekitîya Miletan kar dike. Di çarçova biryarên YM gavan davêje. Her weha bi destê Yekitîya Miletan alîkarîya penaberan dike.

Serokê KOMKAR-Berlîn, Dr. Sükrü Güler jî Sefîrê vexwend Newroza 2015an ya li Berlîn.

Li gor agahdarîya serokê delegasyonê, seredana wan bi tevayî bi serkeftî bûye.

Dengê Kurdistan

Back to top button