Nûçe

BÎRANÎN

Wek tê zanîn di 1 adar’ê sala 1979’da sîyasetvanê zîrek û zana birêz Mellê Mistefa Barzanî’yê nemir koça xwe ya dawîyê kir û çû ser dilovanîya xwe.

Nemir Melle Mustafa Barzanî, di dîroka gelê Kurd’da, cîhekî teybetî digre.

Ev nê tenê li Basûr’ê welat, ev li hemî parçayên Kurdistan’ê wek qehreman,mêrxas û lehengê doza gelê Kurd û Kurdistan’ê tê naskirin.

Ev ne tenê sîyasetvankî jîr û zaneyê, ev di alîyê lêsgerî, bi serbazîya ser da wak pisporekî hêja û xwedî tecrûbeyên mezin tê naskirin.

Ji ber wê yekê gelê Kurd jêra dibê general Mellê Mustafa Barzanî!

Yekêmîn serokomar’ê Kurdistan’ê Pêsrewa û sehîdê nemir Qazî Muhamed, di sala 1946’da ala Kurdistan’a pîroz dîyarî û emanetî Melle Mistefa Barzanî dikê.

Ev ala ku îro di destên keç û xortên Kurdistan’ê, daye û li esmanê Kurdistan da berz û bilin tê hejandin ev ala pîroze.

Mizgînî ya me jo bo te qehreman û lehengê gelê Kurd û Kurdistan!

Pêsmergeyên dilpola,îro li Kekukê ne û dilê Kürdistan’ê û bi xwîna xwe diparêzin!..

Pêsmergên canfida li vir dibêjin ya Kerkuk ya neman!

Sînorên ku bi darê zorê bi destên dagirkeran hatibûn kisandin iro ji holê radibin.

Gelê Kurd, ji bo serxwebûna Kurdistan’ê kar û xebateka hêja û birumet dimesînin.

Tu, li gora xwe da bas razê rêberê û rêbazê doza gel û welatê me! .

Ev xebat û tekosîna ku tê dimesand li Basûrê welat îrojî berhema xwe bi azadî û rizgarî’yê aj daye.

Keda te badilhewa neç û naç jî nemirê doza me ya pîroz!…

Em di 36 saliya koça dawîya Mellê Mistefa Barzanî, da wî bi rumet û bi serbilindî,

bibîr tînin.

Rûhê te sad û cîhe te behûhista rengî be.

Yekitiya Komelê Kurdistan-KOMKAR

Dengê Kurdistan

Back to top button