Nûçe

HAK-PAR: Kevneperest wê di xwîna xwe de bixeniqin

Sed heyf u mixabin ku cejna netewî a gelê Kurdistanê îsal bi xwîna pak a sehîdên azadîya Kurdistanê destpêkir. Li gor rageyandina nûçegeran rêxistina teroristî DAIS, êrîsek birîye ser 2 ahengên NEWROZê.li Rojavayê Kurdistanê.

Di encama van herdu êrîsên direndehî de, mixabin ku roja Newrozê li Rojavayê Kurdistanê, ya hindik 35 kes sehîd bûn û nêzîkî 150 kes jî birîndar bûn, ku birîna hîn birîndaran xedare.

Bê guman ev ne cara yekeme ku rêxistina terorîst a DAIS’ê ye ku destê xwe yê qirêj u gemar dixin xwîna pak u xawên a ewladên Kurdistanê.Dîyare DAÎS, rêxistinek terorist , tarikixwaz û neyarê saristani u mirovayetîyê ye. Îro ev hêza kevneperet bi hemu hêz u karîna xwe ve êrîsê hejan u nirx u mirazê dîroka mirovayetîyê dike.

Nêzîkê saleke ku DAIS bi fermana dewletên pistgirên xwe yên neyarên azadiya Kurdistanê û bi gor nexse û pilana wan, li Sengal, Kobanî, Cezire, Kerkuk û Mexmurê êrîsê ser gelê Kurd dike, Eskereye ku herçend DAIS radigêne ku ew li ser navê dînê îslamê van êrîsan dike, lê di rastîyê de ew, ne islamperwere,belku neyarê dînê îslamê ye jî.Ew hêzeke kevnepereste ku li dijê pêsveçun u saristanî u hemu rumet u kelepûrîyên bermayî u destkevtîyên astîyane u azadîxwaz e.

Em wekî Partîya Maf u Azadîyan / HAK-PAR, careki din,bi hemu rik u dijberîya xwe ve, êrîsa teroristî a DAISê riswa u tifubaran dikin.

Serê malbata sehidan sax be. Hîvîdarin ku rojek zûtir birindar sax u silamet bibin. Bila serê gelên Kurdistanê u dostên gelê Kurd sax be.

Kurdistan wê bibe goristana terorîsta u hevalbendên wan.

Kevneperest wê di xwîna xwe de bixeniqin.kevneperestan.

Bijî tekosîna gelê Kurdistanê li dijî zordest u terorîstan.

Bijî Azadîaya hemû besên Kurdistanê.

Latif EPÖZDEMIR
Cigirê Serokê Gistî yê
Partîya Maf u Azadîyan / HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button