Nûçe
Li Hewlêrê teqîn: 3 mirî û 5 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) ‘ Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê saet 17:50yê êrisekê bi bombeyan hat kirin.
Peyamnerê Rûdawe ragihand ku li pês kafeterya Nellyê ku nêzîkî avahiya Konsulxaneya Amerîkayê ye, teqînek çêbû.
Rêvebirê Asayisa Ankawa Emid Nebî ji Rûdawê re pistrast kir kû teqîn bi otomobilekê bomkerî hat pêkanîn.
Peyamnerê me da zanin di encama teqînê de 3 sivîl ku ji wan yek hemwalatiyê Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Rayêdarên Konsulxaneya Amêrikayê jî daxuyandin ku ti zerar ne gihîstin karmendên wan.
Hat gotîn musteriyên kafeya Nellyê piranî welatiyên Tirkiyeyê ne
Dengê Kurdistan