‘Nêrîneke yekgirtî li Amerîkayê bo pistevaniya Pêsmerge heye’

Hewlêr (Rûdaw)- Balyozê Amerîka li Iraqê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re ragihand ku, li Amerîkayê nêrîneke tevahî û yekgirtî di pistevanîkirina Hêzê Pêsmerge de heye.
Îro li Hewlêr Barzanî pêswazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Stuart Jones û sanda ligel wî kir, ku ji Konsolê Amerîka li Hewlêr Joseph Pennington û hejmarek ji berpirsên pilebilind ên leskerî yên artêsa Amerîka pêk hatibûn.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, dê wê hevdîtinê de rewsa ewlehî û siyasî ya Iraqê û serê li dijî terorîstan û azadkirina bajarê Musilê gotûbêj kirin.
Herwiha herdu aliyan ronahî xistin ser pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û rewsa xerab a koçberên parêzgeha Enbarê.
Her di vê hevdîtinê de sanda mêvan ew yek ji Barzanî re ragihand ku li Amerîka nêrîneke tevahî û yekgirtî li pistevanîkirina Hêzên Pêsmerge heye.
Herwiha tekez jî kir ku hevkariyên artêsa Amerîka ji bo Hêzên Pêsmerge dê berdewam dibe û hevahengiya di navbera hêzên Amerîka û Hêzên Pêsmerge û hêzên Iraqê de berfirehtir bibe.
Li gorî wê daxuyaniyê, ‘Di besekî dinê vê hevdîtinê de rewsa Sûriye û çawayiya rûbirûbûna terorîstan li Sûriye hate nirxandin.’
Dengê Kurdistan