Nûçe

Serokê gistî yê HAK-PARê , Fehmi Demir îro di qezayeke trafîkê da jiyana xwe ji dest da

Serokê gistî yê HAK-PARê , Fehmi Demir îro di qezayeke trafîkê da jiyana xwe ji dest da. Li gor dazana HAK-PARê Demîr ji bo ku besdarî civîneke hilbijartinan bibe bi erebeya xwe ji Anqerê diçû Mêrsînê dema ev qeza cirîyaye. Di dazanê de tê gotin ku ew ê di derbarî bûyerê de di pêsda bêtir agahdarî bidin.

Fehmî Demir servanekî Riya Azadîya Kurdistanê bû. Wî temenê xwe di vê rîya pîroz da derbas kir û di vê rêyêde jî bû sehîd. Vê êvarê axaftina wî ya propaganda hilbijartinê di televizyonan de hat wesandin, lê mixabin ew bi xwe êdî ne lijanê bû.

Xebera mirina Demir bû sedemê xemgînîyeke mezin di nav malbat, heval û hogirên wî de. Wefata wî xesareke mezin e ji bo tevgera azadîya gelê kurd û Kurdistanê.

Bila serê gelê Kurd sax be!

Dengê Kurdistan

Back to top button