Nûçe

HAK-PAR: Roboskî, rûresîya serdemê ye

Ji vir berî pênç sala, hêzên hewayîyên dewletê bi fermana fermandarên fermîyên dewletê 34 nistecîyên Kurd bombebaran kirin û kustin.Qaso gotin ku me van kesan PKK’yî hesibandîye ku lewra ew di wê rêya ku PKK têde hatûçû dike de derbas dibûn.Dewletê tenê bi vê sedemê 34 gundîyên bêguneh qetil kir.Vaye pênç sale ku bûyera ROBOSKê hê jî zelal nebûye, nehatîye ronî kirin.

Roboskî rûyê resê dewletê ye. Roboskê rûresîya dewletê ye.Berpirsê Roboskê devleta Turk a res û tarî ye.Dewlet heta ku vê bûyerê bi tevahî ronî neke û kirdarên Roboskîyê dadige neke, sûcdare, qisûrdar û rûres e.Eger Dewleta Turk dixwaze ku xwe ji bin vê rûresîyê xilas bike, dive rojek zûtir ji malbatên kustîya lêborîn bixwaze û xwe ji vê xendeqê rizgar bike. Bi gef û golan, bi sirove û derewan dewlet ji berpirsîyarîya xwe nafelite. Lewra Roboskî sermezarî û sernizmîyek hevdeme.

Roboskî, dewama feraseta Dêrsim, û bûyera Muglali a Ozalpê ye.

Hetanî niha gelek bûyer û rûdan û qewmîn û serhildan di Kurdistanê de çêbûne.Lê Gelê Kurd hê jî li benda çarelêkirina maf û berjewendîyên xwe yên netewîye. Gelê Kurd îro jî çaverêyê azadî û demokrasiyê ye. Ji bo heqdestkirina maf berjewendîyên Kurdistanê, ne kiryar û operasyonên leskeri, tanq û top û balafir û gulebaranên dewletê û ne jî, xendeq û barîqat û kemîn û bombe û qompareyên destî û serê seqam û kolanan yên PKK’ê ne hewcene..

Ev serê qirêj û kiret ê di navbera herdûk hêzên çekdar de,gelê Kurdistanê bezar kirîye. Sûn û warên dîrokî û hemû hêjanên çandî û qedîm yên mirazê vê xakê di nav vî agîrî de sewitîn û kawil bûn. Heyfa van rûmet û hejanan ku bi bombe û topan hildiwesin,wêran dibin.Lazime ev qirkirin ( jenosid) a dîrokî û çandî were seknandin,agir û sewat hilwesan û wêran; bidawî were.

Eger dewlet dixwaze ku ji bo xêra Kurdan tistekî bike, ya bixêr ewe ku rojeke zûtir van operasyon û kiryarên leskerî bide seknandin û rojeveke nû ji bo çareserîya pirsgireka Kurdistanê veke. Lazime ku dewlet, bi hemû nûner û hêzên Kurdistanî yên astixwaz û demokrat re, rûne û bi sêwazek astîyane li ser çarelêkirînek mehqûl hevdengîyek pêk bîne.Hevdîtin û gengesîyên astîyane derîne rojevê.Rêya ser û pevçûnan bi yekcarî bigre.

Eger PKK û derdorên wê jî dixwazin ku ji bo mafê Kurd û Kurdistanê tistek bixêr bikin, divê rojek zûtir, çekê xwe deynin, ser û çalakîyên çekdarane biqedînin û dev ji xendeq û barîqat û serê navsarî berdin. Gelê Kurdistanê roj bi roj dinav vî agirî de telef dibe. Ev rê ne rêyek rasteqîn e. Kes û rêxistinek ku xwe Kurdistanî bihesibîne,divê pêsî li kawilkirin û wêrankirina Kurdistanê bigre.Nebe sedema perîsanbûna gelê Kurd. Çekdarên PKK’ê divê guh bidin hewar û gazîya gelê Kurdistanê. Îro li herêmê jîyan berbi rawestanê ve diçe.Hêvî û umûda gel sikestîye û gelê dilsikestî neçarê koçberîyê bûye.

Heqê tu kesî nîne ku bibe sebeb ku Kurdistan kavil û kanbax bibe û gelê Kurd bibe miletek penaber,ji axa bab û kalan vekise dîyarên xurbetê.Ev webalek mezine û dîrok vê yekê ji tu kesî re nabore.Rêya azadîya Kurdistanê di xendeqan de nabore.Ser,ne çare ye.

Partîya Maf û Azadîyan / HAKPAR, bûyera Roboskîyê bi tundî riswa û sermezar dike.

HAKPAR,kustîyên bûyera Roboskîyê bi rêz û hirmet yad dike.

HAKPAR bi boneya vê rojê, careke din bang li hêzên serkar dike ku bi demek zûtir,vî serê qirêj rawestînin, zêdetir Kurdistanê wêran nekin û nebin sedemê kustina bi deha ewladên welat.

Latif EPÖZDEMIR
Cigirê Serokê Partiya Maf û Azadîyan / HAKPAR

Dengê Kurdistan

Back to top button