HAK-PAR: Komara Kurdistanê ya Mahabadê serdemek e di dîroka Kurdistanê de

Di ser damezrandina Komara Kurdistanê a Mahabadê de 70 sal derbas bû. Her wek tê zanîn roja 22’yê Çileya sala 1946’an li Rojhilatê Kurdistanê bi pêsengîya nemir Qadî Mihemmed û hevalên wî, Komarek hate damezrandin. Komara Kurdistanê a Mahabadê, di dîroka Kurdistanê de sikaneke. Her çend temenê komarê 11 ( yazde) heyv ajotibe jî, di maweyê vî yazde heyvî de, gelek nirx û hêjanên netewa Kurd hatin xûlqandin ku heta îro û heta hetayê wê wek nirxên netewî di jîyana civakî a Kurdan de her hebin. Lewraye ku ev Komar ji bo gelê Kurdistanê cerbandinek pir giringe.
Di dema desthilatîya Komara Kurdistanê de, di warê çand û ziman û huner û edebîyatê de gelek gavên giring hatin avêtin. Operayek netewî bi navê ‘Daykî Nistiman’ hate çêkirin, di warê çapemenî û wesangerîyê de jî, gelek cehdên girin encam dan. Zimanê Kurdî bû zimanê fermi û zimanê hînkarî û perwerdekarîyê. Sagirtên dibistanan geyistin zimanê xwe û bi kurdî dest bi xwendin û nivsandinê kirin.
Damezrêner û avakar û pêsengê Komarê ‘Komeli Jiyannewey Kurd’ JÊKAF bû. JÊKAF pistî demeke kin xwe veguhast û bû partî. Partîya Demokrata Kurdistana Îranê, (PDKÎ:HDKÊ) rênîsander û parêzgerê Komara Kurdistanê a Mahabadê bû. Bêguman di wê demê de xebat û çalakîyên PDKÎ nayên jibîr kirin. Avakirina Komara Kurdistanê li Mahabadê di heman çax de avakirina Partîya demokrata Kurdistana Îranê ye jî. Serokê Komarê pêsewa Qadî Mihemmed serokê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê jî bû. Partî û Komar di hemançax de hatibûn dinyayê. Komar nema karî li ser kar bimîne lê Partî îro jî bi mêrxasî jibo azadîya Kurdistana Rojhilat têdikose, dixebite.
Komara Kurdistanê a Mahabadê, bi pistevanîya Artêsa Sor a Sovyetan hate damezrandin û pir mixabe ku dîsan bi destkêsana heman artês ber bi hilwesanê ve çû. Sovyetan heyf û mixabin ku meyla xwe dane ser Komara Gelî a Azarbeycanê Û pistgirîya Komara Kurdistanê bidawî anî. Serokê Komara Kurdistanê nemir Qadî Mihemmed heta axîrîn nefesa xwe ji bo jîyandina Komara Kurdistanê li ber xwe da, lê rejima dirinde a Îranê, pistî vekêsana Artêsa Sor hêris bire ser Komarê û hikumeta herêmê têk bir. Qadî Mihemedê nemir roja 31’ê meha diwazdan a sala 1946’an sehîd ket. Lewra ew roj wek roja sehîdên Kurdistanê tê yadkirin.
Komara Kurdistanê a Mahabadê, yekem car leskerek nîzamî ji bo xwe danî û ji bo leskerên Kurd navê Pêsmerge lê hat danîn. Pêsmerge ew kes e ku pês hemû kesî diçe mirinê. Yanî parêzgerê gel û welate pêsmerge. Her wiha Komarê sîrûda netewî a’ Ey Reqîb’ wek mersa Kurdî qebûl kir ku her niha jî hemû Kurd vê yekê dipejirînin. Qencî û sûdên Komarê helbet ne evqasin. Her wiha roja ala Kurdan di vê demê de hate kivsekirin û ala rengîn hate eskerekirin ku ala Kurdan jî ji wê demê ve pîroze ji bo hemû Kurdan.
Bi avakirina Komara Kurdistanê re, cara yekem bû ku bi navê ‘ Peymana Sê Sînûr’ çawanîya pêwendîyên navbera rêxistinên Kurdî hate sererast kirin. Di vê demê de, Komela, Xoybûn û Hêvî wek sê rêxistinan ku her yek ji wan ji besekê Kurdistanê bûn, di navbera xwe de destebiratîyê ava kirin û wek hevalbend Komara Kurdistanê a Mahabadê serketinek netewî pejirandin û jêre bûne arîkar. Paytextê Komara Kurdistanê bajarê Mahabadê bû. Gelek gund û bajar û bajarokên herêmê di bin desthilata Komarê de bûn. Lê mixabin ku Komara Kurdistanê salek jî nekarî xwe li ser pîya ragire.
Em wekî Partîya Maf û Azadîyan ‘HAK-PAR, bi rêz Komara Kurdistanê a Mahabadê bibîr tînin. 70.mîn salvegera Komara Kurdistanê li gelê Kurdistanê pîroz dikin.
Komara Kurdistanê a Mahabadê sikaneke gelek giringe di dîroka gelê Kurd de. Dewleta fermî a ku jî alîyê Koma miletan ve hatîye naskirin, yekem derge bû Kurd tê de derbasî cîhanek azade dibûn.
Di 70.min salîya vê Komara netewî de, divê gelê Kurd wan rojan yad bike, û ji ceribandina wê Komarê dersan werbigre.
Komara Kurdistanê a Mihabadê, rûyê pîroz ê diroka Kurdistanê ye. Rûhsad bin Qadî Mihemmed û hevalên xwe.
Berxwedana Qadî Mihemed, bawerîya gelê Kurdistanê qaîmtir dike. 23.01.2016
Latif EPÖZDEMIR
Cigîrê Serokê Gistî yê
Partîya Maf Û Azadîyan / HAK-PAR
Dengê Kurdistan