Nûçe

Komela Pistgiriya HAK-PAR ya Ewropa, êrisa 13 ê Adarê bi tundî sermezar dike

Komela Pistgiriya HAK-PAR ya Ewropa, vê êrisa hovane bi tundî sermezar dike

Di 13 Adarê 2016 an da li navenda serekbajarê Tirkiyê ango li Kizilayê êriseke hovane pêk hat. Gorî agahiyên fermî nêzîkî 35 kesan jîyana xwe ji dest dan, qasî 125 kes jî birindar bûn.

Ev êrisa ku bi destên tarî va hatiye pêkanîn, destdirêjîya mafê jîyanê yê mîrovan e. Ji aliyê kê va dibe bila bibe, an jî sedem çi dibe bila bibe, ev nayê pejirandin û em vê êrisê û hêzên ku di pist vê teqînê da ne, bi tûndî sermezar ruswa dikin.

Divê hemû alî, dijî tevaya polîtîkayên tund yên ku, li dû xwe van êrisiyan tînin derkevin, ala dîyalogê û riya asitiyane bidin ber xwe.

Em wek Komela Pistgiriya HAK-PAR ya Ewropa xemgîniya xwe tînin ser ziman, ji bo kesên ku jîyana xwe ji dest dane rehmeta xwedê, ji bo kesên birîndar jî sîfa xêrê dixwazin.

Em carek di wan kesên ku, jîyana mîrovan ji bo êrisiya xwe ya qirêj kirine armanc bi tûndî sermezar dikin.

Komela Pistgiriya HAK-PAR ya Ewropa

Dengê Kurdistan

Back to top button