Nûçe

HAK-PAR; Em ji PDKÎ re pistgirîya xwe dîyar dikin

Li Kurdistana Rojhilat, di roja 18’e Hezîranê de, rejima Îranê ya kolonyalîst li gundê Qereseqelê ya girêdayî Sino bi çekên giran êrisî Pêsmergeyên PDKÎ kir û ji bo çavtirsandina gelê Kurd, gund bi tevayî daye ber bombardîmanê, sewitandiye û wêran kirîye.

Em, rejima Îranê ya kolonyalîst ku dixwaze azadîxwaziya gelê Kurd bi xûnê bifetisîne protesto dikin. Ew bi sêweyên barbarî xelkê sîvîl dike hedef, bi çekên giran êris dibe ser û xesarên mezin dide. Em bang li raya gisti ya Cîhanê dikin ku pistgirî bidin gelê Kurdistana Rojhilat.
Bê guman Rejima kevneperest wê nikaribe pêsî li têkosîna azadîya gelê Kurd bigre, û ew ê nikaribe bibe asteng li dijî bidestxistina daxwazên heq û rewa yên gelê Kurd.

Wek HAK-PAR, wek herdem îro jî pistgirîya xwe ji bo PDKÎ nîsan didin.
Em ji bo Pêsmergeyên ku di vî serîde sehîd bûne; Kemal Xizrî,Mihemed Xalid Pêyxamî, Luqman Sêxanî,Cemal Îsmaîlî,Selah Nadirî ve Seyîd Umer Husênî rehmetê û ji hevalên wan ên Partî û ji malbatên wan ra sarsaxî û sebir dixwazin.
19.06.2016
HAK-PAR Buroya çapamenîyê

Dengê Kurdistan

Back to top button