Nûçe

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Berevaniya Fransa civiyan

Roja çarsem 07.09.2016 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li ser vexwendineke fermî ya François Hollande Serokê Fransa serdana Parîsê kir û li Firokxaneya Navdewletiya Parîs ji aliyê Balyozê Iraq li Parîs û Nûnerê Wezareta Derveyê Fransa û her wiha Dr. Loey Caf Nûnerê Yekîtiya Nistîmaniya Kurdistanê li Fransa ve hate pêswazî kirin.

Her li çarçêweya vê serdanê da û li heman rojê Serok Barzanî serdana Wezareta Berevaniya Fransa kir û ji aliyê Jan Êf Lodxiyan Wezîrê Berevaniya Fransa ve hate pêswazî kirin. Li hevdîtinê de Wezîrê Berevaniya Fransa xweshaliya xwe bi hevdîtina li gel Serok Barzanî derbirî û ji bilî balkisandina li ser serdana xwe ya berê ya Kurdistanê destxwesiyê li qehremaniya hêzên Pêsmerge ya li serê terorê da kir û pistgîriya welatê xwe jî ji bo hêzên Pêsmergeyên Kurdistanê dûpat kir.

Her li vê civînê de behsa rola Fransa li serê terorîstên Da’îs û hevkarîkirina Pêsmerge kirin û rewsa meydanî ya bereyên serê dijî terorê xistin ber behs û guftûgoyan. Azadkirina bajarê Musil û pasaroja Kurdistan û Iraq û navçeyê mijareke dinê civîna Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniya Fransa bû.

Li çarçêweya serdana xwe ya bajarê Parîsê her li heman rojê da Serok Barzanî li gel xanima An Hîdalgo Seroka Bajarvaniya Parîsê civiya. Li kombûnê da Seroka Bajarvaniya Parîsê behsa serdana xwe ya berê ya bajarê Hewlêrê kir û sersamiya xwe û xelkê welatê xwe û bajarê Parîsê bi Pêsmerge û çand û qurbanîdana gelê Kurdistanê nîsan da. Eve jî xisterû ku hez dikin li yarmetîdana jêrxana aborî û gesbûna bajarê Hewlêr û Kurdistanê de besdar bibin û kar ji bo ewe dike ku Hewlêr û Parîs bibin deste xusk û li Kongreya Navdewletiya Bajarvaniyên sed bajarên cîhanê li Parîs de Bajarvaniya Hewlêrê jî dê bê vexwendin.

Li besekî dinê civînê de behsa metirsiyên gesbûna hizra tundrewiya li seranserê cîhan û Ewrupa û çawayiya rûbirûbûna hizra terorê kirin û Serok Bajarvaniya Parîsê daxwaz kir ku welatê wan sûd ji ezmûna serkeftiya Kurdistanê ya li rûbirûbûna teror û tundrewiyê werbigrê.

Li dirêjahiya serdana xwe ya bajarê Parîsê de, sîvek li ser serefa Serok Barzanî ji aliyê Ferîd Yasîn Balyozê Iraq li Fransa li Balyozxaneya Iraq li bajarê Parîsê hate saz kirin.

http://www.presidency.krd/kurdil/articledisplay.aspx?id=+g1oBEE5of8=

Dengê Kurdistan

Back to top button