Nûçe

Barzanî: Kesên êrisê Ala Kurdistanê kirine dê baca wê bidin!

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi peyameke pistgirî û sipasiyê xwe ji bo xelkê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê pêskês kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek ji xelkê li bajarê Qamislo û Amûdê re ku duh Ala Kurdistanê di êrisa alîgirên Partiya Yekîtiya Demoratîk (PYD) de parastibûn sand.

Mesûd Barzanî di peyama xwe de ew kiryarên li hemberî Ala Kurdistanê sermezar kir û got, yên ku ew tawan kirine dê baca wê bidin.

Barzanî dibêje, rêz û spasiyên xwe pêskês xelkê berxwedêr yê bajarê Amûdê dike ku ‘bergirîkarê nistimanperwerî û hêjayên gelê Kurdistanê ne.’

Barzanî wiha got: ‘Destxwes li we dikim, ku bi sebir û bi berxwedan hûn Ala Kurdistanê diparêzin, ew al ku ala xwîna sehîd û nîsana pêkvejiyan û astiyê ye.’

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya peyama xwe de ji bo gelê Amûdê dibêje, ez we pistrast dikim ku rêya nistimanperwerî, rihê kurdayetî bi serdikeve û sermezarî ji bo wan kesan dimîne ku Ala Kurdistanê disewitînin û gênc û lawên Kurd îskence dikin û diêsînin.

Barzanî herwiha amaje kir ku di dawiyê de ew kesên van kiriyan dikin dê baca wan tewanan bidin.

Alîgirên PYDê li gel hêzên Asayisa Rojavayê Kurdistanê duh li bajarê Qamislo êrisî xwepêsandana ENKSê û ofîsên her du partiyên PDK-Sê û PYKSê ango Yekîtî kir û gulle bi ser xwepêsanderan re avêtin.

Herwiha alîgirên PYD Ala Kurdistanê anibû xwarê wêneyên girtiyan qetandibûn.

Dengê Kurdistan

Back to top button