HAK-PAR: Em bombe barankirina Sengalê ji alîyê Tirkîyê ve protesto dikin

Tirkîyê di seva 25.04.2017-a saet 02.30 de, li Kurdistana Basûr li devera Derîyê Gelî Qesrê ya Sengalê da ber bombeyan.
Tirkîyê bi armanca lêxistina Yekîneyên Parastina Sengalê (YBS) yên bi PKKê ve grêdayî, êriseke ezmanî kir, baregeheke Pêsmerge û cihên sivîl bûn hedefa bombeyan. Pênc pêsmerge sehîd bûn, neh jî birîndar bûn.
Bi bahaneya serê dijî PKKê, îhlalkirina deshiladarîya Kurdistana Basûr û bi balafirên ser bombekirina Sengalê nayê qebûlkirin, em vê yekê bi tundî protesto dikin.
Em bang li Tirkîyê dikin ku ji ber vê êrisa ezmanî ya xwînrij, ji Kurdistana Basûr lêborînê bixwaze û zerarê tanzîm bike.
Wek HAK-PAR em dixwazin derhal dawî li van êrisan bên anîn û careke dî dubare nebin.
Dewleta Tirk, nikare bi bombekirina çil û çîyayên nav sînorên xwe, him jî yên welatên cîran; Kurdistana Basûr û Kurdistana Rojava, pirsak Kurd çareser bike. Divê pirsê bi rîyên astîyane û demokratîk çareser bike.
Dîyar e ku Pirs bi metodên eskerî, bi zor û sîdetê, bi operasyonên derveyî sînoran, heta roja îro çareser nebû. Ji vir sûnda jî wê tu encamê nede. Ev yek tenê dikare Tirkîyê bêtir bikisîne nav xeterên mezintir.
Li alîyê din PKK nabe li Sengalê bimîne. Digel hemû bang û daxwazên Kurdistana Basûr jî PKK li wê derê ma,ji alîyekî ve jî ser kisande navçê, bû sebebê bêîstikrarî û tevlihevîyê. Di serî de aramî û ewlekarîya Êzdîyan û ya hemû Kurdistanê dikeve bin xeterê. Ev yek, di eynê wextê de dikare ji Referandûma Kurdistana Basûr re astengîyan bi xwe re bîne holê.
PKK divê bi berpirsîyarî tevbigere, ji îrade û biryarên Kurdistana Basûr re rêz bigre û rojekê zûtir ji Sengalê vekise.
25.04.2017
HAK-PAR
BUROYA ÇAPEMENÎ
Dengê Kurdistan