Nûçe

KOMKAR: Komkujiya Dersîmê bi destê dewleta Tirk a Kemalist çêbû

80 sal berî niha li Dersîme bi destê dewleta Tirk komkûjiyek pêk hat. Bi hezeran xelkî Kurd çi mêr çi jin û zarok hatin kustin. Bi hezeran ji welêt hatin Surgin kirin. Komkujiya Dersîme bi destê dewleta Tirk kû Kemalist li ser hukim bûn, çêbû. Dersîm heya sala 1937 wek kelemek , strî di çavên dijmin da bû. Jiberku Dersîm ware agîtan û xwedan çîyayen bilind bû.

80 sal berî niha li 04.05.1937 da serokatiya parlemantoya Tirkan biryara tenkil kirina Dersîme hilgirtin. Bi vê biryarê dewleta Tirk hêdî hêdî dest bi Komkujiya Dersîme kir.

Em bang li berpirsyaren dewleta Tirk dikin kû bila dezgehek ji bo eskerekirina vê Komkujiya Dersîme avabikin. Dîsa cîhe Seyid Riza û hevalên xwe kû hatine vesartin eskere bikin.

Bi sedema salvegera Komkujiya Dersîme hemû Sehîden welat bi gramî bibîrtînin.

Komita bihêztir kirina KOMKAR Almanya

Dengê Kurdistan

Back to top button