Refîk Karakoç bi berdevkê Hukumeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî re hevdîtinek pêkanî

Serokê Gistî yê HAK-PARê Refîk Karakoç û heyeta pêre bi berdevkê Hukumeta Herêma Kurdistanê birêz Sefîn Dizeyî re hevdîtinek pêkanî û hevdîtin bi pêswaziyek germ destpêkir.
Di hevdîtinê de birêz Sefîn Dîzeyî grîngiya pistgiriya bakûrê Kurdistanê û ya besên din ê Kurdistanê ji bo referandûmê destnîsan kir û ji bo pistgiriya HAK-PARê ya ji referandûmê spasiya xwe anî ziman û got: Em HAK-PARê ji nêzve disopînin û sekn û pistgiriya HAK-PARê ya ji bo referandûma serxwebûna Basûrê Kurdistanê me serbilind dike.
Herweha rexne li helwesta hinek partiyên Kurd jî kir û ewha pêde çû: hinek alî ji xwere dibejin partiya Kurd lê di bin bandora çepên Tirkande li ser navê Kurdan siyaset dikin û dibê gelê Kurd helwesta van derdoran jê bipirsin. Ji bo ew dewletên ku dibêjin dema serxwebûna Kurdistanê nehatiye jî wiha got: dem hatiye û derbas jî bûye. Dubare spasiya xwe ji bo sekna HAK-PARê ya ji bo pistgiriya referandûmê anî ziman.
Di hevdîtinê de birêz Refîk Karakoç jî pistgiriya xwe ya ji bo referandûmê diyar kir û ji bo biryardayina serxwebûnê jî pîrozbayî li gelê Basurê Kurdistanê kir. Herweha destnîsan kir ku basûrê Kurdistanê di demek dîrokî de têdiperi û dibê hemû kurd û rêxistinên Kurdistanî pistgirî bidin û vê firsenda dîrokî bas bikarbihînin.
Dengê Kurdistan