Nûçe

Serdana heyeta HAK-PARê li Basûrê Kurdistanê berdewam e

Heyeta HAKPAR ê roja sêsemê (04-07-2017) serdana polutburoya Yekitiya Nistimaniya Kurdistan (YNK) ê kir. Heyet ji aliyê birêz Sedî Pîrê endamê polîtburoya yekitiyê ve hate pêswazîkirin. Herdû alî li ser rewsa kurdistanê nêrînên xwe anî ziman û birêz Sedî PÎRÊ di axavtina xwe de weha got:

‘Ez gelek kêfxwesim ku cara yekem e heyetek ji HAK-PARê dibe mêvanên min. her çende em partiyeke ji kurdistana basûr bin jî lê çalaki û xebatên rexistin û partiyê kurdan bala me diksînin em dizanin ku hakpar ji alî ramanî de xwedî kadroyên gelek kevnin ku ji 40 sala û vir de di nav rêya azadî de perwerde bune. Herweha li bakurê kurdistanê û turkiye hakpar rêgez û sêwazekî astiyane daye ber xwe. Bi raya min ev sêwaz li serdema me de sêwazekî here guncawe. Li bîre ku bi salan li kurdistana iraqe me serê çekdarî kir li dijî zordariyê be me berxwedanekî mezin pêkanî. Di nav tekosîna meya çekdarî de hinek caran me di gel hêzên Kurdistanî serê navxweyî kir û neyarên gelê Kurd jî ji vê yekê îstîfade kir lê pasê me dît ev xeterekî mezine me cepheyekî Kurdistanî avakir û pisti avakirina vê cepheyê hêzên neteweyî yên Kurdistana Basûr bi sêwazek hevbes û hevkar wek bira destê hev girtin û di encama vê yekê de Kurdistanekî azad li basûr çêbû. Serê navxwehî bu sedem ku tevgera azadîya Kurdistanê bi salan ma birîndar. Ez hêvîdarim ku li parçeyên din yên Kurdistanê ta ebed sosretek wiha neqewime. Em gelek dilsane ku îro hêzên Kurd li basûrê Kurdistanê pirsgirekên xwe bi rêbazek astiyane û din av dîyalogê çareser dikin. Em minedarê we ne ku hun pistevanîya biryara referandumê dikin. Li encama referandumê çi derkeve dive dost û dijmin rêz lê bigrin. ‘

Serokê HAK-PAR’ê birez Refik KARAKOÇ ji, di axaftina xwe de, li ser giringîya pêwendîyên di nav rêxistinên Kurd sekinî û weha got:’Em qerarê referanduma Basûrê Kurdistan bi dilgermî pîroz dikin û em pistgirîya vî qerarî dikin, her wiha emê rêzgirtîyê encama referandumê jî bin. Yekîtî û hevkarî giringtirîn erkê ser milê rêxistinên Kurde. Heta em din av yekîtî û hevkarîyek bi nirx de nebin, pirsa Kurdî çareser nabe. referandum heq3e gelê Kurde. Ava kirina dewletek serbixwe heqê miletê Kurd e. Em wekî HAK-PARê her tim terefdarê pêwendîyên xurtin di navbera hêzên Kurd de. Êdî, rêya azadîya gelê Kurd heta imkan hebe divê bi sêwaza astîyane û bi diyalog û guftugoyê were mesandin. Ser û kustin û wêrankirin, ne çareye. Îro li Turkîyê kêm jî be, rêyek wiha vebuye. Partîyame dixwaze ku gelê Kurd vê rêyê bi kar bîne. ‘

Pistî axaftina birêz Refik KARAKOÇ, cigirê serokê Gistîyê HAK-PARê, Latîf EPOZDEMÎR jî, careke din bi zaravê soranî ditîn û rayên HAKPAR ê anî ziman û li ser rewsa bakurê Kurdistanê sekini.

Heyetên HAKPAR û YNK’ê li dawîya vê hevditîna binirx de, daxuyanîyek fermî a hevbes amdekirin.

DAXÛYANIYA HEVBES YA DI NAVBERA HAK-PAR Û YNK Ê DE

‘Îro roja sêsemê (04-07-2017) li navenda polît buroya Yekitiya Nistimaniya Kurdistan (YNK) ê li Hewlêrê civînek hevbes di navbera Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) û Yekitiya Nistimaniya Kurdistan (YNK) de encam da.

Di vê civînê de her dû aliyan di warê rewsa îroyîn ya Kurdistanê û herêmê de nêrîn û rayên xwe eskere kirin. Bi taybetî behsa grîngbûna xebata astîxwaziya gelê meyê Bakûrê Kurdistanê û bidestxistina mafê gelê Kurd û çareserkirina pirsa Kurd bi rêya diyalog û astiyê bi bilind hate nirxandin. Lewra herdû alî hêvîdarin ku li Bakûrê Kurdistanê pirsgirêka Kurd ne bi rêbazek tund û dijwar û ser û kustin lê di nav çerçeveyek însan û demokratîk de were çareserkirin. Di heman demê de herdû alî daxwaz dikin ku ronakbîr , rojnameger, rayedarên di heps û zindanen de herweha parlamenterên girtî bêne azad kirin. Pêwîstiya pêsveçûna karê hevbes , diyalog û yekrêzî di navbera partî û aliyên Kurd de li bakûrê kurdistanê anîn ziman û daxwaz kirin ew sasî û kêmasiyên ku li pêstir li basûrê kurdistanê rû daye li Bakûr û besên din yê Kurdistanê dubare nebin. ji bo serketina pêvajoya referandûmê li basûrê Kurdistan ê jî dibê bi sêweyekî astiyane û yasayî li navxwey Kurdistanê birêve biçe.

Herweha hate diyarkirin ku dibê tekiliyên her dû aliyan di pêserojê de zêdetir pêsve biçin ji bo pêkhatina yekrêziya neteweyî. ‘

Dengê Kurdistan

Back to top button