Serefkendî û hevalên wî hatin bîranîn

Paris / W.LICÎ
Bi ser kustina sekreterê gistî yê Partîya Demokratîk a Kurdistana Îranê-PDK-Î Dr. SEREFKENDÎ û hevalên wî Fettah Abdulî û Humayûn Erdelan 25 sal derbas bûn.
Deftera PDK-Îran li Fransê ji bo bîranîna sehîdan roja 17.09.2017, li goristana Père Lachaise, li Parîsê merasimeka bîranînê organîze kir. Rêûresm bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir, pistî xulekeka bêdengîyê ji bo rêzgirtinê, nûnerê PDK-Îran Kak SAHO gotarek pêskês kir. Ji Enstîtuya Kurdî li Parîsê K.NEZAN, li ser navê hikumeta Kurdistana Basûr Kak KAWA, Sefîrê Fransê yê berê li Hewlêrê F.TISSOT, li ser navê YNKê LUWÎCAB û nûnerên PYDKS, Partî Pêsverû li Kurdistana Sûrîyê, komîteya Fedayên Iranê jî besdarê merasimê bûn û axivîn
.
Sandeya HAK-PAR û nûnerê wê li Fransê M.Alî DERSÎMÎ jî tevlî bernameya bîranînê bûn. M. Alî DERSÎMÎ di gotara xwe da bi kurtî ev daxuyanî pêskês kir :
Em li ser navê HAK-PARê, sehîdên azadîyê, cangorîyên Kurdistanê, bi rêzdarî bi bîr tînin.Ew bi hovane û bi bêbextane hatin kustin, lê fikr û ramanên van têkoserên qareman ti carî namirin. Xebat û têkosîna wan rîya me ronak dikin. Em kiryarên dewleta Iranê ya hov û dagirker û zulimkar, bi tundî mehkûm dikin û pistevanîya xwe, ji bo xebat û têkosîna Rojhilatê û bi taybetî bo partîya birayên me PDK-Î dîyar dikin. Pakrewanên Kurdistanê Dr. Sadeq SEREFKENDÎ û hevalên wî Fettah ABDULÎ û Humayûn ERDELAN nemir in. Bijî têkosîna milletê Kurd ji bo azadî û demokrasîyê !
Dengê Kurdistan