Kurdên Fransayê ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistana Basûr pistgirîya xwe nîsandan
W.LICÎ / Paris
Komîteya Pistgirîya serxwebûna Kurdistanê û nûnerîya hikumeta Kurdistanê li Fransê, roja 22ê îlonê li Parîsê, kombûneka mezin li qada République amade kir. HAK-PAR, Enstîtuya Kurd li Parîsê û hêz û partî û welatparêzên ji çar alîyên Kurdistanê tevlî mîtîngê bûn.
Kurdên li Fransê bi girseyî pistgirîya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê dîyar kir. Kurd û dostên wan ji gelek bajarên Fransê hatin besdarê mîtîngê bûn. Qada kombûnê bi alayên Kurdistanê û flama û pankartên bi dirûsmên serxwebûna Kurdistanê hat xemilandin. Di kombûnê da, Alî Dolemerî bi navê hikumeta Kurdistanê, li ser navê komîteya pistgirîyê M.Alî, li ser navê baroya avokatan Kamiran, Balyozê berê yê Fransê Frédéric Tissot axivîn. Besdarên mîtîngê bi cil û bergên kurdî, bi yek dil û dengekî qêrîyan ‘Bijî Kurdistan’. Govendên kurdî û çend hunermendên Kurd û Keldanî wek Dasnî Morad, Semîr, Cîhanxan jî bi stiranên kurdî aheng ges kirin.
Dengê Kurdistan