Nûçe

Protestoyên li dijî Îran û Iraqê berdevam in

W. LICÎ / Paris

Kurdên li Fransê, îro (18.10.2017) li Parîsê, di seet 14 û 16an da ji bo protestokirina hêrisên dewletên Îran û Îraqê, li ber derîyê sefaretên van her du dewletên dagirker, kom bûn û bi axaftinên Fransî û Kurdî dagirkirina bajarê Kurdan Kirkûkê sermezar kirin.

Kurdên welatparêz ên ji çar alîyên Kurdistanê bi alayên Kurdistanê û bi pankart û dovîzên protestoyê besdarî vê kombûnê bûn ku ji alîyê civata Kurd li Fransê hatibû organîzekirin. Jimareka zêde ji hêzên polês ên ewlekarîyê, di her du kombûnan da jî tedbîr girtin.

Dengê Kurdistan

Back to top button