Nûçe

HAK-PAR: BÛYERA ROBOSKI, RÛRESÎYA DEWLETÊ YE

Berî ses sala, hêzên hewayîyên dewletê bi fermana fermandarên fermîyên dewletê 34 nistecîyên Kurd bombebaran kirin u kustin. Qaso gotin ku me van kesan ‘PKK’ yî hesibandîye ku lewra ew di wê rêya ku’ PKK têde hatûçû dike’ de derbas dibun. Dewletê tenê bi vê sedemê 34 gundîyên bêguneh qetil kir. Ev tevkujî heta niha jî maye ser girtî. Vaye ses sale ku buyera ROBOSKê hê jî zelal nebuye, nehatîye ronî kirin.

Roboskê rûresîya dewletê ye.

Berpirsê Roboskê devleta Turk a res u tarî ye.

Dewlet heta ku vê buyerê bi tevahî ronî neke u kirdarên Roboskîyê dadige neke, sucdare, qisûrdar u rures e.

Eger Dewleta Turk dixwaze ku xwe ji bin vê rûresîyê xilas bike, dive rojek zûtir ji malbatên kustîya lêborîn bixwaze u xwe ji vê xendeqê rizgar bike. Bi gef u golan, bi sirove u derewan dewlet ji berpirsîyarîya xwe nafelite.

Roboskî sermezarî u sernizmîyek hevdem e.

Roboskî, dewama feraseta Dêrsim, u buyera Muglali a Ozalpê ye.

Hetanî niha gelek buyer u rudan u qewmîn u serhildan di Kurdistanê de çêbune. Lê Gelê Kurd hê jî li benda çarelêkirina maf u berjewendîyên xwe yên netewîye. Gelê Kurdistanê, îro jî çaverêyê azadî u demokrasiyê ye.

Ji bo heqdestkirina maf berjewendîyên Kurdistanê, ne kiryar u operasyonên leskeri, tanq u top u balafir u gulebaranên dewletê u ne jî, xendeq u barîqat u kemîn u bombe u qompareyên destî yên PKK’ê ne hewce ne..

Çil sale ku,ev serê qirêj u kiretê di navbera herdûk hêzên çekdar de,gelê Kurdistanê bezar kirîye. Sûn u warên qedîm u hemu hêjanên, xwezayî, çandî u dîrokîyên mirazê vê xakê ;çil sale ku dinav vî agîrî de sewitîn u kawil bun.

Eger dewlet dixwaze ku ji bo xêra Kurdan tistekî bike,ne bi sêwazek kûjer û tûnd û dijwar,ne bi kustin ‘u qetlîyam û xwîn rêtin; lê lazime ku, sêwazek astîyane bide pêsîya xwe. Ya bixêr ewe ku dewlet, rojeke zûtir van operasyon u kiryarên leskerî bide seknandin u rojeveke nû ji bo çareserîya pirsgireka Kurdistanê veke.

Gelê Kurdistanê roj bi roj di navbera agirê dewletê û yê PKK!ê de, telef dibe.

Partîya Maf u Azadîyan / HAKPAR, buyera Roboskîyê bi tundî riswa u sermezar dike.

HAKPAR,kustîyên buyera Roboskîyê bi rêz u hirmet yad dike.

HAKPAR bi boneya vê rojê, careke din bang li hêzên serkar dike ku bi demek zûtir,vî serê qirêj rawestînin, zêdetir Kurdistanê wêran nekin u nebin sedemê kustina bi deha ewladên welat.

Roboskî nayê jibîr kirin.

NIVSÎNGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENî A
Partiya Maf u Azadîyan / HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button