Nûçe

HAK-PAR: Divê dev ji êrisa li ser Efrînê bê berdanê!

Êrisa dewleta Turkîyê ya li ser Efrîna Suryayê li ber dêrî ye. Ji niha va tê dîtinê, ku hinek dever bi obusan (pîsekan) va têne lêdan. Rêveber dibêjin, ku operasyonên leskerî bi Efrînê va bi sînorkirî namînin, yê Menbîç û deverên rojavayê Feratê jî hildin nava xwe.

Ji pistî beyana Amerikayê ku ew ê „hêzeke parastina sînoran’ sazbikin ra, dewleta Turk carek di ketîye nava tirs û paxanekê û berbi hezeka Suryê tê kisandinê. Rayedarên Tirkîyê qala wê „hêza parastina sînoran’ dikin û pêkhatina Hêzên Suryê yên Demokratik ku, piranî ji PYD pêkhatine, ne bi dilê wan be jî, armanca wan ya bingehîn, destûrnedana pêkhateyeka Kurd e û ew vê ramana xwe her firsendê tînin ser zimên.

Turkîya ji derî sînorên xwe, li Îranê, li Îraqê an jî li Surîyê; heta bêjî li rûberî dinê kîder dibe bila bibe, kîjan rêbaza sîyasî pêsengîyê dike bila bike, xwedî statûbûna kurdan wek pirseke man û nemanê dibînin. Ji ber ku ew dewsa ku yê ji bo mafên rewa yê 20 milyon kurdên ku di bin deshilatdarîya wan da dijîn çareserîyeke adîlane bibînin, wan wek gef û gur dibînin, ew wisa hizir dikin, ku ji sînor der jî destkeftîyên kurdan dikarin kurdên hundur bînin kelecanê û wan hisyar bikin.

Vê polîtîkayê di dema referanduma azadîyê da, dijî Kurdistana Basûr dijîtîya xwe li hember Kurdan, ya ji aqilan der xwe di pratîkê da jî raxistibû ber çavan. Bê tehemûltîya di derbarê xwedî statubûna kurdan, li ku dibe bila bibe, Turkîyayê gel dewletên cînar û gel kurdên ku li wan welatan dijîn di nava hêrdarîyê da digire, dibe manî ku sîyaseteke der, ya bi aqilane, maqûl bê sopandinê, çavkanîyên aborî ji bo seran, operasyonan têne der, li hundur jî mîlîtarizim tê xûrt kirin.

Ji ber vê polîtîkayê berbi hezeka Surîyê tê kisandin, di sêrî da Amerîka, bi gelek hêzan ra rûbirû dibe, tifaqên ku li Rojhilata Navîn rojane têne guhartinê, berbe serencamên (mecerayên) ku dawîya wan ne kifs in, diçe.
Divê va sîyaseta çewt bê terikandinê. Surîye nikare êdî wek berê di rîya xwe da here, divê ji nû va bê sazkirin. Divê Turkîya daxwaza kurdên ku li Surîyê mafê xwe îdarekirinê, yên rewa ji bo xwe wek herese nebîne, rîya danûstandinê , têkilîyên bas dayne, alîkarîyê bide, ku li Surîyê ji nû va sazûmaneke federatif, demokratik bê pêkanîn.

Berjewendîyên Turkîyayê ne tenha li gel Ereban û Turkmanan, herusa divê gel Kurdan jî têkilîyên dostanê pêsta herin.

HAK-PAR dijî êrisên Turkîyayê yên leskerî, yên derbarê Efrînê ye.
Tê xwestinê, ku yekser dev ji mudaxeleya leskerî bê berdan.

17.01.2018
Bûroya Ragîhandinê ya HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button