Nûçe

KOMCIVÎNA KOMÎTEYA HAK-PAR LI FRANSÊ

W. LICÎ / Paris

Komîteya HAK-PAR saxê Fransê, roja 21.01.2018, li Parîsê, komcivîna xwe ya 2yan çêkir.

Kek Zîya ACAR û endamê meclîsa HAK-PARê Cemîl BURKAY jî di civînê da amade bûn.

Komcivîna asayî ya komîteya HAK-PAR li Fransê, bi deqîqeyeka rêzgirtin bo sehîden di têkosîna azadîya Kurdistanê da canê xwe dane, bi marsa neteweyî Ey Reqîb dest pê kir.

Pistî helbijartina dîwanê, mijarên komcivînê hatin pêsnîyarkirin.

Di destpêkê da, nirxandineka sîyasî li ser rewsa dawîn a Kurdistanê hat kirin, pasê jî rapora xebat û darayî hat xwendin û li ser vê mijarê, endaman hizir û ramanên xwe gotin. Cemîl BURKAY jî di axaftina xwe da, qala xebat û rêxistinbûna HAK-PARê û rewsa dawî agahî dan.

Di komcivîna îsal da, dirusm û peyama pistgirîyê bi Kurdistana Rojavayê ra, bi taybetî bi bajarê Efrînê ra hat xwendin û wek biryara komcivînê jî hat pejirandin.

Endamên nû ji bo komîteya rêvebir, bi dilxwazî navê xwe pêskês kirin û pistî helbijartina komîteya nû, civîn bi serkeftin encam da.

Dengê Kurdistan

Back to top button