Li Frankfurtê ”Komîta Pisgrîya Efrin” hat avakirin

Efrîn ne bi tenê ye
Li Frankfurtê hin partî, rexistnên kurdî û kesên welatperwer, mîna birêz Aydin Ucar û birêz Xalid Mihemed roja 24.01.2018 di bin navê Komîta Pisgrîya Efrin civînêk li dar xistin. Komîte, ji bo pisgrîya Efrînê li dijî erîsên terorî yên rejîma Tirkîyê li ser Kurdistan û bitaybet bajarê Efrîn ku bûyê çend roj bombêbaran dikin û di ancamê de xelkên sivîl dibin qûrbanî, hat avakirin.
Di civînê de HAK-PAR Ludwigshafen, KOMKAR Ludwigshafen û HAK-PAR Frankfurt, KOMKAR Frankfurt, her wiha andamê meclisa HAK-PAR birêz Halit Kahraman jî besdar bûn, da ku roja 27.01.2018 mesek li dijî rejîma tirkî li Frankfurt bê li darxistin û bê dengîya Ewrupayê li hember vê bê sermezarkirin.
Di encama civînê de li ser hin çalakîyan hat axaftin û biryarên jêrîn hatin stendin;
-Mes wê di roja semê 27.01.2018 demjimêr 01:00 de li navnîsan Hauptbahnhof, Frankfurt pêkbê.
-Wê silogan û bilavok tenê bi zimanê Kurdî û Almanî bê hildan û belavkirin.
-Axaftinên çalakîyê wê tenê bi zimanê Kurdî û Almanî bên kirin.
SAVE AFRIN
Dengê kurdistan-Frankfurt
Berzan Brahîm
Dengê Kurdistan