Pistgirîya bi Efrînê ra li Parîsê

W. LICÎ – Paris
Hevkarîya Kurdên li Fransê ku ji gelek hêz, rêxistin û sazîyên Kurdistanî pêk tê, ji bo pistgirîya bajarê Efrînê ku çend roj in di bin bombebarana balafirên dewleta tirk da ye, roja 24.01.1018da li pês parlamena Fransê kombûnek organîze kir û êrisên dewleta tirk protesto kirin.
Kurdistanîyên ji her çar parçeyan bi alayên Kurdistanê tevlî kombûnê bûn, berpirs û nûnerên Kurdan êrisên dewleta tirk a dagirker rûres û sermezar kirin.
Nûnerên Kurd dosyayên agahîyê birin Parlamenê ji bo balê bikisînin ser êrisên dewleta tirk û daxwaz kirin ku parlamena Fransê alîkarîya gelê Efrînê bike di qada navneteweyî da û hewl bide ji bo rawestandina vî serî.
Besdarên kombûnê dirusmên ‘Bijî Kurdistan, bijî Efrîn, qatîl Erdogan, qatîl dewleta tirk, terorîst dewleta tirk’ qêrîyan.
Senatorê Fransî Patrick Kanner jî di xwepêsandinê da axaft û pistgirîya xwe bi gelê Kurd ra dîyar kir.
Di amadekirina kombûnê da hevalbendên HAK-PARê jî, bi çalakî xebat kirin.
Dengê Kurdistan