Nûçe

KOMKAR-Hollandayê rojbûna nivîskar D. Îzolî pîroz kir

Ji bo pîrozkirina rojbûna nivîskarê FERHENG a kurdî-tirkî, kedkarê ziman û çanda kurdî D. Îzolî, li KOMKAR-Hollandayê bi mersimekê hat pîroz kirin.

Di ragihandina bi navê rêvebirîya KOMKAR-Hollandayê de hat dîyarkirin ku mamosta Îzolî yek ji damezrênerê komeleya wan e, wî KOMKAR bi gelek û gelek kesan daye hezkirin.

Herweha hat gotin ku Îzolî kanîyek e, bi dehên salan xizmeta ziman û çanda kurdî kirîye û dike. Û divê li vê kanîyê xwedî bê derketin. Di axaftina civînê de, bi berdewamî weha hat gotin: ”Mamoste Îzolî, te di nav kurdên derdora xwe de axaftina kurdî teswîq kir, kurdî bêtir da hezkirin, Ferhenga kurdî-tirkî dîyarî gelê xwe kir. Wek rêvebir û endamên KOMKARê, em bi te serbilind in û sanazî dikin. Bila 78 salîya pîroz be, em ji te ra gelek salên din ên xwes hêvî û daxwaz dikin. Spas Mamosta! ”

Di civînê de, bi rêya sînevîzyon pîroznameyên gelek kesan, di nav wan de ê birêz Kemal Burkay, Sivan Perwer, cîgirên Serokê Gistî ên HAK-PARê Latif Epözdemîr û Cafer Stêrk bi sêweyekî zindî rojbûna Îzolî pîroz kirin. Îzolî ji bo wan û KOMKARê spas kir û dilxwesîya xwe anî zimên.

Dengê Kurdistan

Back to top button