HAK-PAR: ‘ TEVKUJÎYA HELEPÇE, RÛPELEKE RESE DI DÎROKA MIROVATÎYÊ DE’

Li basûrê Kurdistanê, bajarê Helepçe, roja 16 yê Adara sala 1988’an, bi tevkustineke dirindehî alaya miroyetîyê serberjêr bar û bombeyên ket. Balafirên rejima fasist a Baasê bi fermana Saddam Huseynê xwînrêj, bombeyên kimyayîyên jehrîbar bi ser bajarê Helepçe ve barana mirinê resandin. Li encamê de, nêzîkê heft hezar Kurdê navçe hatin kustin, ji deh hezaran zêdetir kes birindar bûn û pênc hezar mal û avahî hatin hilwesandin û kawil kirin. Ev tevkûjî bi navê ‘Qetlîama Helepçe’ kete dirokê.
Di ser re 30 sal derbasbû. Hê jî li Helepçe birînên bedena bi dehan kesî sax nebûye.
Saddam hemû daxwazîyên kurdan bi dirindehî û xwinrêjî bersîv dikir. Saddam ji alîyek ve bi dewleta Îranê re serekî tund û dijwar dikir, di heman demê de jî, Kurdistan bombebaran dikir. Rejima fasist a Baasê, bi navê ENFALê, seferberîyek birêve dibir ku ew yek tenê ji kustina Kurdan berîte bû. Rejima nîjatperest Iraqê, ji bo gelên Iraqê, welat kiribû gola xwînê. Di seferberîya Enfalêde 182 hezar Kurd hatin kustin.Hest (8)hezar kes ji binemala Barzanîyan li berîya Besrayê bi saxî hatin binax kirin,bi dehan gund ji nexseyan xera bûn,pênç (5) hezar mal hatin xera kirin. Kurdistan bi destê fasistan bû goristaneke mezin.
Sala 1988’an demek bû kû mirovayetî tevizî bû, bêdeng mabû.
Qetlîama Helepçê ne tenê ji bo Kurda, her wiha ji bo hemû mirovayetîyê drameke mezin bû.
Rejima nîjatperest û dirinde bi dehan keçên sêwî û bêkesmahîyên Kurd bi belge û ewraqên fermî wek ‘carîye ‘ firotibû dewletên Erab, bi taybetî jî dewleta Misirê. Ev wehsetek bêhempa bû.
Libîre ku rejima Kemalist a Turkîyê jî,di salên 1937-38’an de, bi fermana Mistefa Kemal li Dersîmê ji bo tedîp kirina Kurdên Dêrsimê, dest bi tevkujîyek mezin kiribû. Balafirên Dewletê navçe bombebaran kiribûn û bi deh hezaran Kurd kustibûn. Rejima Kemalist aTurk jî, wê demê keçîkên biçûkên bêkesmayî,dabû serbazan û pênasa wan winda kiribû.
Qedera wan keçikên ku ji bo wan ‘Keçikên bindawên Dêrsimê’ tê gotin û qedera ‘ Keçên Enfalê’ her wekî hevin. Ev serma giran hê jî, li ser rûyê dewleta Turk e.
Pirsgireka Kurdan îro jî, li Iran û Suriye û Turkîyê, hê jî berdewame. Zordestî û dijwarî û tundî niha jî, li rojava û rojhilat û bakûrê Kurdistanê didome. Divê bête zanîn ku ev rê û sêwazên xwindar ne çare ne ji bo çareserkirina pirsa Kurdî. Çareserî bi rêya demokratîk û mirovî, di sertên sahisteyî, wekhevî û dadmendî de ye û lazime pirsgireka Kurdan bi astîyane were çareserkirin.
Divê , ji iro û pê ve, bas were zanîn ku heta pirsgireka Kurdan bi sêwazek astîyane çareser nebe, astî û ewlehî nayê Rojhilata Navîn.
Îro li herêma Rojhilata Navîn, li Iraq û Suriyê, li basûr û Rojavayê Kurdistanê li himberê êrisên dirindehî û hovîtiya DAIS a terorîst, hêzên servanên Kurd bi mêrxasî li ber xwe didin. Tekosîna servanên Kurd ne tenê ji bo parastina Kurdan e, lê, ew îro li navçe berxwedanek bijare ji bo parastina mafê mirovan û serefmendîya mirovayetîyê jî didin. Servanên Kurd bi gernasî,jîyana gelên navçe jî diparêzin. Ew gelên navçe ku di wextê xwe de, desthilatdarên wan bi top û bombeyan Kurd kustibûn û xwestibûn ku fermana Kurda ji navçe rakin.
Ev sanazîya gelê Kurde ku servanên Kurd, di rêya parastina mafê mirovan de canê xwe ji dest didin.
Ev yek dîyardeyek giring e ku Kurd çiqas dilxwaz û bengîyê azadî û demokrasîyê ne.
Xûyaye ku îro, Kurd li Rojhilata Navîn yekemîn zamin û parêzgerê astî û ewlehîya navçene.
Sed heyf û mixabin ku Kurd hê jî, ji mafên xwe yên sereke yê mirovayetîyê bêpar in. Kurd ji 50 milyonan zêdetirin û li ser erd û axa xwe hê jî, wek bîyanîyan dijîn, bê dewlet in û qedera wan di destê rejimên nîjatperest de ye.
Dîyar e ev zilm û zordestî ta ebed namese. Çare nîne zordestên navçe, rojekê her wekî Saddam Huseyn û Kimyasal Elî, wê werin ber dadigehê û wê hesabê kiryarên xwe yên qirêj, yek bi yek bidin. Çare nîne zordestî wê hilwese.
Em wekî Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR, di serde û her wiha hemû tevkûjîyên dirinde bi tûndî sermezar dikin. Bi vê minasebetê em Halepçe careke din bibîr tînin.
Helepçe ji bîr neke û nede jibîr kirin.
NIVSÎNGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPMENÎYÊ A
PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN-HAK-PAR
Dengê Kurdistan