Nûçe

Hewildanên avakirina Federasyoneke seranserî Ewropa

Hewildanên avakirina Federasyoneke seranserî Ewropa
Roja 02.04.2018`an da li Bajarê Bottropê ji bo pêsamadekarîya avakirina Federasyonekê civînek hate pêkanîn. Di dema pêsya me da armanca vê civînê û gelek civînên weke vê wê li seranserî Ewropa bêne saz kirin, û encamên wan ji bo raya gistî bêne eskere kirin.
Ev sazî û komelên ku dest bi vî karî kirine, dixwazin di her welatekî Ewropî da Federasyonekê ava bikin û li seranserî Ewropa tevaya federasyon û komelên kurdistanî yên ku ala rengîn dipejirînin, kar û xebatên ji bo Kurdistaneke Azad pêwist dibînin û astengîyan ber vî karî dernaxin, encama referanduma pêsî lê vekirina Kurdistaneke azad xwedî derdikevin, sirûda netewî qebûl dikin, di bin banekî da kom bikin. Serkêsîya vî karî serokê KES parêzer Kahraman Evser û kek Derwês dikin. Di vê civînê da nûnerên komela RONAK-Bochum, Komela Kurdan Hamm, Mala Êzidîyan Münster, KOMKAR, HEVALTÎ Bottrop, Komela Pistgirîya HAK-PAR Ewropa besdar bûn û ji bo civîna pêsya me hinek biryar girtin.
Sazkarên vê hewldanê hêvî dikin, ku Kurd jî bikaribin wek Yunanan, Cuhîyan û Ermenan sazîyeke gistî ava bikin û bibin dengê Kurdên li dervayî welêt.

Dengê Kurdistan

Back to top button