Nûçe

Serokê Gistî yê berê ê HAK-PAR ê Fehmî Demîr li ser gora xwe hat bîranîn

Roja 03.11.2018, komek ji rêvebir û endamên HAK-PAR ê û kesên malbatê li ser gora Fehmî Demîr kombûn û ji navenda bajêr heta goristanê mesîyan.

Gora Fehmî Demir û birayê wî, têkoser û sehîdekî doza azadîyê Yilmaz Demir bi gulan hatin xemilandin. Li vir, li ser jîyan û xebata Fehmî Demir gotar hatin xwendin.

Bi yadkirina Fehmî Demir re, birayê wî Yilmaz ê ku di sala 1984’an de ji bo protestokirina zilma rejima eskeri ya fasist, li zindana Diyarbekirê canê xwe fedakiribû, hat yadkirin.

Herweha li Qerejdaxê gora xebatkar û emekdarekî rîya azadîyê ê bi rûmet ê din Mustafa Tasçi, bi gulên qerenfîl hatin hatin xemilandin.

Ji rêvebirîya navendi ya HAK-PARê Arif Sevinç, Latif Epözdemir û Necatî Bayram derbarî jiyan û xebata van hersê hevrêyên xwe de axifîn, Med Resyanê jî li li ser Fehmî Demîr helbesteke hestiyar xwend. Besdaran gotin ku mesaleya azadîyê ya ku Fehmî Demîr, Yilmaz Demîr û Mustafa Tasçi teslîmî me kiriye ewê herdem ges vêkeve. Em we ji bîr nakin, doza we berdewam dike.

Bi vî avayî Fehmî Demîr, Yilmaz Demîr û Mustafa Tasçi careke din hatin yadkirin.

Dengê Kurdistan

Back to top button