Nûçe

Weqfa Riya Azadî li Amedê navendeke çandê vekir

Weqfa Riya Azadî îro (9 Sibat 2019) saxa xwe ya Amedê vekir. Xanîyê Weqfê yê li taxa Ofîsê, bi besdarîya gelek alîgir û dilxwezên wê; kesên siyasetmedar û hunermend bi kombûneke mezin ve hat vekirin.

Di destpêka civînê de hîmdar û serokê Weqfê helbestvan, nivîskar Kemal Burkay xêrhatin li besdarên civînê kir, dûre derbarî armanc û xebata Weqfê de bi kurtî agadarî dan.

Di nav besdaran de serokê gistî yê HAK-PARê Refîk Karakoç, ji Kurdistana Basûr cîgirê Wezîrê Çandê Dr. Saleh Osman, siyasetzan rewsenbîr Ibrahîm Güçlü jî amade bûn. Dr. Osman Saleh û Ibrahîm Güçlü jî yek gotar pêskêskirin.

Dr. Osman saleh di axaftina xwe de weha got: ” Mixabin li Diyarbekrê êdî malbat bi zarokên xwe re bi kurdî napeyvin. Li çarsûk û bazaran gelek kêm kes kurdî diaxifin. Ev cîyê xemgînîyê ye . Ez li vêderê bangî ciwanên Kurd dikim; bila werine vê navendê, li ser zimanê kurdî xebatan bikin. Me jî 200 pirtûk ji bo Weqfê anîn. Hêvîdar im Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin.”

Vekirina saxeke weqfê li Amedê di nav kurdên welatparêz , xebatkarên Riya Azadî û hezkirîyên ziman û çanda kurdî de dilxwesîyeke mezin peyda kir.

Dengê Kurdistan

Back to top button