NEWROZ LI BERLÎNÊ BI ÇOSÎ HAT PÎROZKIRIN

· Hakan Tas, (parlamenê Partîya Keskan-Die Linke), Fevzî Eshed (Berpirsîyarê PDK li Ewrupa), Haci Cindî (Berpirsîyarê Hizbî Demoqrat Kurdistana-Îran), HusênTasan (Berpirsîyarê Partîya Komunîst a Kurdistan-KKP), berpirsîyarê Sepela Pêseroj, endamên ENKS, Jürgen Gottschlich (nûçevanê rojnama TAZ ya Stenbolê), Hilmar Kaiser (lêkolinvan-diroknas), Jens Rockstedt (berpirsiyarê integrasyona biyaniyan li Neukölln) besdarê sahîyêbûn.
· KURDISTAN-TV bi zindî sahîyê wesand.
· Demokrat Taha li gel grûba xwe stranên Kurdî got.
Newroza îsalîn ya KOMKAR-Berlîn, 21ê Adarê di avahîya bi navê ‘KURDISTAN HAUS’ , bi besdarîya sedan însananve bi cosî hate pîrozkirinê.
Berênîvro, zarokên herdu hêlînên KOMKAR-Berlînê, ‘Kita-Hêlîn’ û ‘Kita-Evîn’ , di hewsên hêlînên xwe da, bi besdarbûna dê û bavan, bi hevra Newrozê pîrozkirin.
Zarok û karmendên Kita-Evîn, hewsa ‘Kurdistan Haus’ , bi bendên kesk û sorû zer, bi cûre cûre gulanve xemilandibûn.
Cîhê sanaziyê ye ku, KOMKAR-Berlin, her sal bi zarokên hêlînan ra Newrozpîroz dike. Berîya pîrozbahîya Newrozê, karmendên hêlînan, zarokan fêrîsirûda Newrozê dikin, zarok li serçiroka Newrozê agahdariya werdigrin. Bi awayi, zarokên Kurd û zarokên neteweyên dinyên hêlinan, li ser dirok û kultura Kurdan agahdarî werdigrin.
Pistênîvro, hewsa‘Kurdistan Haus’ bi Ala Kurdistan û dirûsmên rojane ve hat xemilan din û bi wî awayî hews, bala her kesî kisand.
Di saet 17.30 an da agirê Newrozê hate dadan. Def û zurne lê dixist, kê dihat pêsîyê xwe li ber agirê germ dikir, pasê jî govendê gesdikir.
Di sahîya Newrozê da, Kurdistan TV hazirbû. Karmendên Kurdistan TV Xalid Binavî û Xelat Berwari, bi besdaran ra hevpevînan pêkanin û alîyê din ji bi zindî we sahîyê wesandin.
Bi navê KOMKAR-Berlin, Ünal Yardimcî xêrhatina mêvan û besdarankir. Hêvîya Kurdistanek serbixwe, azad û demokrat va hestên xwe anî ziman.
Li tebeqad û wemîn salona EHMEDÊ XANÎ hatibûhazirkirinê. Her usa di odeyek din da jî xwarin û vexwarin li benda mêvanan û besdaranbû.
Di salona Ehmedê Xanî da hunermendê dengxwes û hezkirî Demokrat Taha jî gel grûba xwe benda besdaran bû.
Alîyek li hewsê, lidora agirê Newrozê, genc û kal, keç û xort bi cilên Kurdîya bi rengrengî govendê digerandin, li alîyê din li jorê jî stranbêj Demokrat Tahabi stranên cûre cûre, dilê besdaran kêfxwes dikir. Bi gotinek din, Newroz ji zarokên 7 salî ta insanên 70 sali, bi cosî hat pîrozkirin.
Di sahîya Newrozê da, Hakan Tas, (parlamenê Partiya Keskan-Die Linke), Fevzî Eshed (Berpirsîyarê PDK li Ewrupa), HaciCindî (Berpirsîyarê Hizbî Demoqrat Kurdistana-Îran), Husên Tasan (Berpirsîyarê Partîya Komunîst a Kurdistan-KKP) her weha berpirsiyarê Sepela Pêseroj, bi dehan endamên ENKS, JürgenGottschlich (nûçevanê rojnama TAZ ya Stenbolê), Hilmar Kaiser (lêkolinvan-diroknas), JensRockstedt (berpirsiyarê integrasyona biyaniyan li Neu kölln) besdarbûn.
Pîrozkirina Newrozê bi vêsêweyî, wekmal batekmezin û fireh her kes bihevra sa bû û bi rastî tama Newrozê ji civînê hat.
Bi bernameyek rêk û pêk him besdar û mêvanan him jî endamên Komelê kêfxweskir.
Dengê Kurdistan