HAK-PAR: Divê Tirkiye li gorî peymana mafên zarokan tevbigere

Lijneya Gistî ya Neteweyên Yekbûyî, di 20ê Mijdara 1989an de Peymana Mafên Zarokan a Navneteweyî qebûl kir. Peyman di 2 yê Îlona 1990 an de hat sepandin. Tirkîye jî di nav da ye, 193 dewlet endam ên Neteweyên Yekbûyî ev Peyman qebûl kir. Hejmara dewletên qebûlkirî, rekorek bû.
Gava Tirkiyeyê peyman navîs kir, xalên 17, 29 û 30 yên Peymana Mafên Zarokan qebûl nekirin. Tevî vê yekê, peyman di 27ê Çileya 1995an de di Rojnameya Fermî de hat wesandin û bi vê yeke re hat sepandin.
Saziyên navneteweyî dixwazin bi vê peymanê mafên zarokan biparêzin û zorê bidin dewletên navîskirî da ku li gorî peymanê qanûnan derxînin.
Wekî ku me li jorê jî gotî, Tirkiyeyê hin xalên Peymana Mafên Zarokan qebûl nekiribû. Ji bo vê yekê jî wek hincet Peymana Lozanê nisan dabû û gotûbû; tu mafê Kurdan ê wisa tûne ye. Çimkî Kurd wek hiqûqî ne kêmderfet in (mînorîty); Kurd komeke eslî ye, Kurd li vê dewletê welatiyên eslî ne û ji ber vê yeke jî li hemberî qanûnan wekhev in. Bi van hincetan jî sê xalên peymanê qebûl nekiribû û îmze avêtibû.
Gotina ‘Kurd ne kêmderfet in’ rast e. Lê ev yek naye maneya ku tu mafê Kurdan tûne ye. Li gorî pisporan; heke li ser erdnigariyekê diyar, di nav civakê de wek dîrokî û derûnî têkîlî hebe û di nav însanên herêmê de ziman û devokên hevpar hebin, ev koma însanan wek ‘Gel ‘ tê bi navkirin. Kurd jî ji bo vê yeke gelê vê herêmê ye.
Tirkiye ji ber ku wek qanûnî Kurdan nas nake hin xalên peymanên navneteweyî jî qebûl nake. Em wek Partiya Maf û Azadiyan bang li Tirkiyê dikin ku demildest hemû xalên Peymana Mafên Zarokan û peymanên din qebûl bike û qanûnên xwe li gorî peymanên navneteweyî verast bike. Divê Tirkiye mafê perwerdeya zimanê zikmakî bide zarokên Kurd. Lê wekî kut ê zanîn, qanûnên Tirkiyê destûr nadin vê yeke. JI ber vê yekê jî divê ewilî Tirkiyê van xalên li dijî demokrasiye jî ji qanûnan derxîne.
Peymana navneteweyî mafê zarokan diyar kiriye. Divê hikûmeta Tirkiyê jî derfet bide zarokên me ku van mafên xwe bi kar bînin û ji bo vê yekê qanûnan derxîne.
ÇAPEMENIYÊ YA PARTIYA MAF Û AZADIYAN
Dengê Kurdistan