PANÊLA PERWERDE BI ZIMANÊ DAYIK

Roja 21ê Çileyê Pêsîn (meha 12) li Diyarbekrê, di salona Otêl Plaza da Panêla Perwerde bi Zimanê Dayik çêbû.
Panel bi aliye Wakfa Riya Azadî hatibû hazirkirin.
Panelê dane sibê di saet 10’an da dest pê kir. Ji komîta rêvebir ya Wakfa Riya Azadî, Hüseyin Özdemir civîn vekir, sillav li haziran kir û di derheqa panelê da bi kurtî agahî da.
Moderatorê panelê Av. Abdulmenaf Kiran bû. Ji Diyarbekrê û ji bajarên der û dor gelek kesên rewsenbîr û siyasetmedar di civînê da besdar bûn.
Berî nîvro di civîna pêsî da Serokê Wakfê nivîskar û sîyesetmedar, her usa jî huquqnas Kemal Burkay qise kir. Burkay li ser mafê perwerdeyî û çandî ku di beyan û peymanên navnetewî da cî digrin sekini û bi Kurdî û Tirkî behsa beyan. Peyman û biryarên Yekitiya Milletan, ya UNESCO, ya Yekitiya Ewrûpê û yê din kir, li ser Lozanê sekini.
Pistî Burkay Mamosteyê zimanê Kurdî Haluk Öztürk, ku ji bo panêlê ji Swêdê-Stokholmê hatibû, di axaftina xwe da li ser babeta tesîra perwerdebûn bi zimanê dayîkê li ser zarok bi aliyê rûhî , zanîn û civakî sekini û bi taybetî ji sistema perwerde ya Swêdê nimûne dan.
Pistî xwarina nîvro Panêlê berdewam kir. Di vê besê da Doçent Dr. Ekrem Önen, ku salên berê li zanîngeha Mêrdîn-Artûklu, di besa zimanê Kurdî da ders dabû, nuha jî bo panêlê ji Swêdê-Stokholmê hatibû, li ser pirsa perwerdeya pir zimanî, bi taybetî duzimanî sekinî, ji welatên Sovyêta berê û Rûsya nuha, ji Swîsre, Iraq û Amerîka nimûna dan.
Axaftina çaran ya Mamoste Cemîl Günes bû. Mamoste Günes jî li ser babeta, dema zarok bi zimanê dayikê perwerde bin ya ne bin, tesîra wê li ser zarokan çi ye, ango di jiyana wan da çi feyde yan zirarê dide, li ser vê yekê sekinî.
Pistra ew kesên ku li panelê wek guhdar besdar bûn, ji wan neh-deh kes, wek Ibrahim Güçlü, Fuat Önen, Ali Öncü, Zinet Dinçer. Çiyager û Serokê HAK-PARê Latif Epözdemir, li ser babeta panêlê qise kirin.
Axaftinên ku di panelê da hatin kirin bi du zimanan (Kurdî û Tirkî), wek pirtûkekê wê bête hazirkirin û çapkirin.
22- Çileyê Pêsîn-2019, Diyarbekir
Dengê Kurdistan