Beyana HAK-PARê li ser wefata hunermend Seîd Gebarî

Beyana HAK-PARê li ser wefata hunermend Seîd Gebarî:
Bila serê miletê Kurd sax be.
Hûnermend û hozanê netewekarê Kurd, dilsoz û dildarê Kurdistanê Seîd GEBARÎ li paytextê basûrê Kurdistanê Hewlêr heyf û mixabin ku jîyana xwe ji dest da. Ez bêhed xemgîn im.
Hûnermend, hozan û sitranbêjê Kurd, bazê Kurdistanê Seîd GEBARÎ, jîyana xwe wek pêsmergeyek derbas kir. Besek ji jîyana wî li Ewropa borî, lê her tim li ser koka xwe ma ku reh û riselên kokê wî her tim li çîyayê Kurdistanê, li tenist pêsmergeyên Kurd bu.
Seîd Gebarî dengê her çar perçên Kurdistanê bu. Li kîjan perçeyî tevgereke Kurdperwer destpêkiribya Seîd li wêbu, dile xwe datanî cem dile her Kurdeke welathiz û tekoser. Demeke dirêj li Stenbolê mêvanê min bu. Disevên pistgirîya kovara DENG’ê de li cem me bu, bideng û awaza xwe a dilînî di wan sertên dijwar de kilama got.
Hûnermendê hêja ne bi çehvên xwe lê bi çehvên dilêxwe her tistî didît. Hêz û karina çehvan li dil zede bibu. Sareza û nasîyarê hestên Kurdayetî bu. Rûken, yarîder, dilpak û mejî zelal bu.Lê heyf û mixabinku ew mejîyê zelal êsa û ji dest mirata pencesêrê necat nebu.
Seîd Gebarî, dilsoz û bawerpêkerê malbata Berzanî bu. Bi taybet serokê nemîrê Kurdistanê Mela Mistefayê Berzanî îdol û rênîsanderê here giringê kek Seîd bu. Di sala 1993’yan de wiha digot: ”Her bijî serokê milli Mela Mistefa Berzani, Sêx Seîd Efendi, Xalid Begê Cibranî, Sêx Mehmûdê Berzencî, îhsan Nurî Pasa, Seyîd Riza, Qadî Muhammed, Mesud Berzanî, Celal Telebanî, Doktor Qasimlo, Kemal Axa, Hemîdê Hacî Derwês, Kemal Burkay û Ismet Seyda.’
Lazime ku beêim cîyê wî zû bi zû tije nabe. Sitaran û kilama Kurd îro di nav sîn û giryanê de ye. Seîd Gebarîbi deng û awaza xwe sêtereke gesê asîmanê Kurdistanêbu. Lê îro ew sitêr xuricî. Ew dilê pakrewan û rûyê biken ji hezkîryan xatir xwest û ji nav me koçebar bû.
Oxir be kek Seîd, oxir be. Ruhsad bî. Kurdistan li ser te bi sîn û giryan e.
Bila serê miletê Kurd sax be.
Latif EPÖZDEMIR
Serokê Gistîyê Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR
Dengê Kurdistan