Nûçe

XELATA QEDRÎCAN

Yekitîya Gistî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Surîye di roja 08.08.2020 an da li bajarê Essen di komela Hêvî da semînarek li ser helbestvan û pexsan nivîserê kurd yê navdan Qedrîcan amade û pêskês kir. Di vê semînera ku ji ber munasebeta salvegera 48 emîn ya koçî dawî kirina helbestbanê nemir da, YNRKS ê li ser navê Qedrîcan di pênc besan da nivîskarên kurd xelat kir. Di ser navê YNRKS berêz Cemîl Ibrahîm gotarek pêskês kir û bi sirûda Ey Reqîb va semînarê destpêkir

Di vê rê û resmê da kurê helbestvanê gorbihust, berêz Mizgîn Qedrîcan û hejmareke mezin nivîskar, helbestvan, rewsenbîr jî besdar bûn û hinekan gotarên xwe li ser jîyan û karê Qedrican pêskês kirin.

Qedrîcan Kî ye?
Navê wî yê rasteqîn Abdulqadir Can, bernavk Qedrîcan Cano ye. Di 1911 an da li Dêrika Çîyayê Mazî hatîye dinê. Ew di zarokatîya xwe da wek Qedrî dihate nav kirin. Di dibistana sereta da Qedrîcan sagirtekî serketî bû, taybetî jî besa hejmaran da(Matematik). Ji bo dibistana navîn û bilind bavê wî, ew sandîye Konyayê zanista mamostetîyê. Hê di dema xwendina xwe ya Konyayê da hestên netewî li ba Qedrîcan roj bi roj xurt dibûn. Wî bala mamosteyên xwe kisandibû, ji ber vê jî navê wî ketibû listeya res ya tirkan. Di wê demê serhildana Sêx Said jî têk çûbû. Qedrîcan biryara derbasbûna Basûrê Rojavayê Kurdistanê distîne û ji devera Antakyayê ra derbas dibe.

Qedrîcan bê dilî xwe pista xwe dide Dêrika Çîyayê Mazî, bavê xwe Cano her wisan xwendina xwe, lê li Binxetê welatperwerê wek Celadet Bedir-Xan, Osman Sebrî, Dr. Nurettin Zaza hwd. nas kirîye û kar û xebata welatperwerane bê navber domandîye.
Qedrîcan ne tenha helbestvan bû. Ew wek ronakbîr, zanayar, helbestvan, wergervan, û polîtikvan dihate nas kirinê. Berhemên wî di Hawar, Roja nû û Ronahî da belav dibûn. Wî bi zaravê kurmancî û gelekî sade dinivîsî. Di helbest û pexsanên wî da hesreta welêt, her wisan internasyonalizim cîhekî giring digire. Mîrovekî pêsverû û sosyalist heta bêjî kominist bû lê kurdîya wî li pês her tisî bû. Li ser rewsa her çar perçên Kurdistanê helbestên wî hene.

Di vê çalakîya bi nirx da gelek gotar li ser Qedrîcan û helbestvanîya wî, ya nûjen hatin pêskês
kirin. Di warê helbesta nûjen da, wek bavê helbesta nûjen hatîye bi nav kirinê.

YNRKS ji bo xelata Qedrîcan pênc kes bi nav kiribûn. Heryekî di besekê da xelat girt.

Mueyed Teyîb di warê helbestê da
Fettah Timar di warê toreyê da
Edib Çelkî di warê lêkolînê da
Heyderê Omer di warê rexnê da
Zagros Haco di warê zimîn da

Dengê Kurdistan

Back to top button