NAMEYA SEROKÊ KOMKAR ROHAT GERAN JI BO SERWERÊN YEKÎTÎYA EWROPA

Serokê Gistî yê KOMKARê Rohat Geren, berî civîna serwerên YE ya ku di rojên 10-11 kanûnê dicive, ji seroka dewrî ya Yekîtiya Ewropayê sansolya Almanyayê Angela Markel, ji Serokê Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û ji Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel re nameyek sand.
Geran di nameya xwe de bala lîderan dikisîne ser siyaseta mîlîtarîs û sovenîst ya dewleta tirk ku huqûqa netewî û navnetewî pêpes dike. Tirkîye, geh bi bahaneya PKKê gund û bajarên kurdan li Kurdistana Surîyê dagir dike, geh gund û sûnwarên Kurdistana Basûr yên nêzîkî sînor bombebaran dike, bi dagirkerî dikeve nav axa wê û li wir baregehên eskerî avadike. Li alîyê din, li dijî biryara Neteweyên Yekbûyî (UN) pêkanîna ambargoya çekan ya li ser Lîbyayê îhlal dike, di vê çarçovê de kestiya Almanyayê ya li derya ber Lîbya de kontrol dikir asteng dike; li rojhilatê Derya Spî xeta parzemînî îhlal dike; her cure çek dikisîne nav Azerbêcanê; bi kurtî, bi xeyala ”Osmanîtîya Nû” siyaseta berfirehkirina dagirkeriyê dimesîne. Bi van balkisandinan re, Geran ev dîtinên han jî anîne ziman:
”Tirkîye, di serî de Almanya û Avusturya li gelek welatên Ewropayê yên din ji bo derxistina serê navbera tirk û kurdan, hêzên para-militer yên bi navê ”Gurên gewr” erkdar kirîye; Sazîya Îstixbarata Millî (MIT), li dijî hin siyasetmedar, zanyar û bi kurtî muxalifên rejimê gefan dixwe. Divê ev di wê çarçovê de bên nirxandini, ku ew siyaseta derxistina ser û tevliheviyan li welatên Ewropa bi rêve dibe.
”Li alîyê din di hundirê welat de hemû qaîdeyên huqûqî hatine pêpeskirin; Osman Kaval, Ahmet Altan û sedan kesên din, rêvebirên rêxistinên civakî yên sîvîl, rojnamevan, nivîskar bi salan egirti ne. Biryarên Dadgeha Yasaya Bingehî û Dadgeha Mafên Mirovî ya Ewropayê nayên gudarîkirin. Li Kurdistana Bakur bi dehan serokên saredariyan, ku bi raya gel hatine hilbijartin, ji ser karê xwe tên avêtin, li sûna wan kayum tên tayînkirin.
”Piraniya organên çap û wesangeriyê, kanalên têlevîzyonan di bin çavdêrîya Erdogan de ne. Azadiya fikir, çap û wesandinê, civîn û xwepêsandanê, tenê li ser kaxez hene. Serok komar û hukumeta wî ji hemû gazin û rexneyan parastî ne. Li dijî bi hezaran kesan lêpirsîn û derazandin tên kirin, tên cezakirin, çima ku li Erdogan rexne kirine. Rêvibirîya dewletê û lîderên mafîa pêkve dixebitin.
”Birêzan,
Wek serokê rêxistiana sîwan ya koçberên kurd li Almanya Federal KOMKARê, em ji we daxwaz dikin hûn li hember siyaseta mîlîtarîst ya dewleta tirk, ku li herêmê û li welêt dibe sedemê derketina xetereke mezin rawestin; û daxwaz dikin ku li gor pêwîstîyê li hember dewleta tirk astengîyên aborî û eskerî daynin. Divê bi hîç awayekî çekên nû nefrosnê; peymanên firotinê yê heyî bên îptalkirin; alîkariya teknîkî ji bo yên berê firotî neyên kirin. Bêguman hûn jî pê zanin ku herçî çekên wek alîkarî yan jî bi frotin dikevin destê dewleta tirk, ji bo tevaya herêmê dibe sedemê metirsiyeke mezin. Dewleta tirk bi çekên ku welatên Roavayê didinê, li sê parçeyên Kurdistanê li dijî gelê me bi kar tîne.
”Birêzan,
”Divê Yekîtiya Ewropayê, destûrê nede santajên erdogan ku dibêje ”ezê sînoran vekim û koçberan berdime Ewropayê” yan jî bi karta penaberan bilîze û hêzên para-mîlîter bi kar bîne.
”Em ji we daxwaz dikin, ku di civîna we ya rojên 11-12ê kanûnê de, hûn hewl bidin ji bo ku Serok komar Erdogan û hukumeta wî di normên demokratîk de welat rêvebibin; di wextekî herî nêzîk de ji bona vê yekê gav bên avêtin; dawî li operasyonên xwe yên li Kurdistanê bînin; ji bo ku pirsa kurd bi sêweyekî astîyane û demokratîk bê çareserkirin, gavan bavêje.
Bi rêz û daxwazên serkeftinê.
Rohat Geran
Serokê Gistî yê KOMKARê.
Berlin, 30.11.2020
Dengê Kurdistan