HAK-PAR: HER KURDEKÎ BISEREF BI HER HAL PARÊZGERÊ ALA KURDISTANÊ YE

Al, remz û sembola netewî ya miletan e. Her miletek ala xwe heye. Lewra al wek remz û nîsana taybetmendî û cudavanîya miletan tê hesibandin. Her alek xasyeta firqet û cudahîyekê tîne ziman. Reng û fîgûr û wêne û seklên alayan piranî peyameke ji beden û pêkhatina miletan. Al her wiha hacetê nasîn û danasîna miletan e jî.
Tistê ku miletên ciyawaz ji hev cûda dike, welat û ax, zar û ziman û perçem û ala ye. Her miletek ax û welatekî xwe heye, zar û zimanekî xwe û perçem û alayeke xwe heye. Alaya Kurdistanê jî kesk û sor û zer, sipî û gewher e. Ala rengîn seref û kesayetîya miletê Kurd e.
Ala Kurdistanê, ji rengên kesk û sor û zer û spî berîte ye. Li ser van xetên rengîn 21 tîrêjên rojê (hetav) heneî. Di ala Kurdistanê da her rengek wateyek xwe heye. Kesk, rengê dest û çîya û banîyên welat e, bereket û xwesîye; Sor, agirê zerdestê kal û xwîna lehengên Kurd e; Zer, azadî û ronahîye, Spî, asti, masûmîyet û rastevanî ye. Her wiha 21 tîrêjên rojê jî, remza hetava Mezopotamyayê, ango remza Newrozê ye.
Ala Kurdan xwedî dîrokeke kevn e. Ew xal û remzên di Ala Kurdistanê da hene, di hemû serhildan û bûyerên netewî yên gelê Kurd da hatine bikaranîn. Dema ku tevgera Sêx Seîd dest pê kir û qezaya Gumgumê (Varto) kete destê hêzên Sêx Seîd, wê demê servanan perçemek bi sê rengan li ser avahîya hikumetê çikandin ku qaso ev perçem wek nîsana serketina Kurd hate hesibandin. Her wiha di dema Sêx Mehmud da, di dema Ihsan Nurî Pasa da, di dema hikûmeta Agirî da, ev perçema rengîn her tim hate bikaranîn. Helbet her qonaxek li gor xasyetên xwe ala xwe nexse kiribûn. Lê wisan dabûne zanîn ku ew hersek rengên jindewar remz û nîsana serketina Kurd e. Nîsana serketina netewa Kurd ala rengîn e.
Di sala 1946’an da, di dema damezrandina dewleta serbixwe a bi navê Komara Kurdistan a Mehebad da, serok komar Qazî Mihemmed da, ala rengin a ku hetanî îro wek alaya Kurdistanê tê qebul kirin, cara pêsin li bircên Mahabadê hate çikandin û ev alaya Qazî ji bo parastin û pejirandinê wek rûmeteke bi nirx emanetê Fermanderê gistî yê hêzên Leskerî yên Kurdistanê Mela Mistefayê Berzanî kir. Ji wê rojê heta vê rojê, ew alaya kivskiri û pejirandî, ji bo Kurdistanîyan wek nisana serketinê hate pejirandin.
Di sala 1999’an, da hikumeta herêma Kurdistanê, roja 17’yê meha diwazdan, yasayek derxist û ev alaya wek alaya fermi a hikumeta herêma Kurdistan pejirand. Lewra ye ku her sal roja 17’yê meha diwazdan wek ‘roja alaya Kurdistan’ tê pîroz kirin. Reng û remza alaya Kurdistan ji sala 1946’an ve hatîye pesend kirin. Her wiha ev sekil û semala alaya Kurdistanê ji alîyê dewleta federal a Basurê Kurdistanê va jî, hatiye qebul kirin.
Eskere ye ku remza Kurdistanê a netewî, alaya Kurdistanê ye û ew bi qet sêweyek nayê guhertin. Alaya Kurdistanê yek e û hemû Kurdan temsil dike. Kes û derdorên ku vê alayê nas nekin ew xiyanetê bi welat û ax û çand û dîrok û ziman û xasyetên miletê Kurdistanê ra dikin. Kurdên xwedî seref xwedî hestên netewî û azadîxwaz, Kurdên xêrxwaz sanazî û kubarî bi Ala Kurdistanê dikin.
Weshalin ku îro Ala rengîn bi azadî li asîmanê Basûrê Kurdistanê bi serbilindî hatîye çikandin. Basûrê Kurdistanê navçeyek azadkirî û navçeyek biserxwe û beramber bi civaka navnetewî a Cîhanê navçeyek rewa ye. Bêgûman ev statûya basûr xewna sazûmana xêrnexwaz û dijraberên Kurd direvîne. Lewra ye ku îro dij û neyarên Kurd mil bi mil çeverêyê hilwesandina azadîya basûrê Kurdistanê ne. Ji niha va dewletê dagirker bi yekdeng û hevaheng xulam û noker û xizmetkarên xwe yên destbixwin ajotine qada têkbirina herêma azad a Basûrê Kurdistanê. Çete û hêzên terorîst li Basûrê Kurdistanê wek handerên provakator li herêma Kurdistanê di amadekarîya kiryarên xirab de ne. Lê, çare nîne ew ê bi mexsed û miraza dilê xwe sa nebin. Ev xirapkar û xizmetkarên bikirê girtî nema dikarin ala Kurdistanê ji birc û kelehên Kurdistanê bînin xwarê.
Her Kurdeî welatperwer û biseref, bi her hal parêzgerê ala Kurdisttanê ye.
Her bijî ala rengîn. Hemû Kurdên welathiz bi te kûbar û serbilindin. 17.12.2020
Latif EPÖZDEMIR
Serokê Gistî yê Partîya Maf û Azadîyan /HAK-PAR
Dengê Kurdistan