Zanyarê Kurd ê navdar Prof. Nadir Nadirov çû ser dilovanîya xwe

Zanyarê Kurd ê navdar Prof. Nadir Nadirov çû ser dilovanîya xwe
Wefata Nadirov li Kurdistanê û derveyî welat gelekî deng veda û di nav kurdan de xemgînîyeke mezin peyda kir.
Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serî de gelek kes û saziyan ji malbata Nadir Nadirov re nameyên sersaxiyê sandin.
Nadir Nadirov di sala 1932 -an de li Nexsîwana Azerbaycanê ji dayik bû. Pistî salekê malbata wî sirgûnî Kazakistanê dikin. Ew li wir di bin sert û mercên dijwar de dixwîne. Pistre dikeve besa Kîmya û Biyolojî ya Enstîtuya Pedagojiyê ya Dewletê ya Gogol. Pistî kutakirina xwendinê demekê karê mamostetiyê dike.
Nadirov di sala 1956 de, dikevet Enstîtuya Lenîn li Moskowayê û bawernameya master werdigre. Nadirov di sala 1967 -an de bi doktoraya kîmyayê xwendina xwe domand. Di sala 1970 -an de navê profesoriyê wergirt. Di sala 1983 -an de bi wergirtina pêleya akademîk navê xwe bêtir da bihîstin.
Nadirov, endamê Akademiya Zanistî ya Navneteweyî, serokê Akademiya Kîmyayê ya Kazakistanê bû. Di heman demê de edîtoriya kovara petrol û gazê jî dikir. Ji ber zanyariya xwe ya bilind bi navê ”Maresalê Kimya-petrolê” hat naskirin. Di sala 2010-an de bû sêwirmendê serokkomarê Kazakistanê.
Nadîr Nadirov kurdekî dilsoz ê doza azadî û serbestiya Kurdistanê bû. Di warê diplomasiyêde û di xebatên xwe organîzekirina kurdên dîasporê da xwedî raman û kedeke mezin bû.
Serê gelê Kurd sax be!
Dengê Kurdistan