Nûçe

HAK-PAR: ROBOSKI, RÛRESÎYA SERDEM E

Ji vir berî deh sala, hêzên hewayîyên dewletê bi fermana fermandarên fermîyên dewletê 34 nistecîyên Kurd bombebaran kirin û kustin. Qaso gotin ku me van kesan PKK’yî hesibandîye ku lewra ew di wê rêya ku PKK têde hatûçû dike de derbas dibun. Dewletê tenê bi vê sedemê 34 gundîyên bêguneh qetil kir. Vaye deh sale ku buyera ROBOSKê hê jî zelal nebuye, nehatîye ronî kirin.

Roboskî rûyê res ê dewletê ye. Roboskê rûresîya serdem e. Berpirsê Roboskê devleta Turk a res û tarî ye. Dewlet heta ku vê buyerê bi tevahî ronî neke û kirdarên Roboskîyê dadige neke, sucdare, qisûrdar û rûres e. Eger Dewleta Turk dixwaze ku xwe ji bin vê rûresîyê xilas bike, dive rojek zûtir ji malbatên kustîya lêborîn bixwaze û xwe ji vê xendeqê rizgar bike. Dewlet lazime tezmînatê bide binemalên mexdûrên Roboskîyê. Bi gef û golan, bi sirove û derewan dewlet ji berpirsîyarîya xwe nafelite.

Lewra Roboskî sermezarîya serdem e.

Roboskî, dewama feraseta Dêrsim, û buyera Muglali a Ozalpê ye.

Hetanî niha gelek buyer û rûdan û qewmîn û serhildan di Kurdistanê de çêbune. Lê Gelê Kurd hê jî li benda çarelêkirina maf û berjewendîyên xwe yên netewî ye. Gelê Kurd îro jî çaverêyê azadî û demokrasiyê ye. Ji bo çareserkirina pirsgireka Kurd, kiryar û operasyonên leskeri ne hewce ye. Lazime devlet dev ji vê sîyaseta kevnare berde, xwe ji fêm û fereseta kor rizgar bike.

Eger dewlet dixwaze ku ji bo xêra Kurdan tistekî bike, ya bixêr ewe ku rojeke zûtir vê siyaseta xwe a ku dîlgirtîyê feraseta xwe a kevnare ye, berde. Rêya çareserkiriê gotûbêj e, diyalog û hevdîtin e. Lazime ku dewlet, bi hemu nûner û hêzên Kurdistanî yên astixwaz û demokrat re, rûne û bi sêwazek astîyane li ser çarelêkirînek mehqûl hevdengîyek pêk bîne. Hevdîtin û gengesîyên astîyane derîne rojevê. Lazime dewlet bi sêwazeke nu, di warê çareserîyê de, rêya ser û pevçûnan bi yekcarî bigre.

Partîya Maf û Azadîyan / HAKPAR, di dehsaliya xwede, buyera Roboskîyê bi tundî riswa û sermezar dike.

HAK-PAR, kustîyên buyera Roboskîyê bi rêz û hirmet yad dike. 28.12.2021

NIVSÎGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎYÊ A PARTIYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR

NIVSÎGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎYÊ A HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button