HAK-PAR: ‘KOMARA KURDISTANÊ, DI DÎROKA KURDAN DE SIKANEK E’

Di ser damezrandina Komara Kurdistanê a Mahabadê de 76 sal derbas bû..Komara Kurdistanê a Mahabadê, di dîroka Kurdistanê de sikaneke.Her çend temenê komarê 11 ( yazde) heyv ajotibe jî,di maweyê vî yazde heyvî de,gelek nirx û hêjanên netewa Kurd hatin xûlqandin ku heta îro û heta hetayê wê wek nirxên netewî di jîyana civakî a Kurdan de her hebin.Lewraye ku ev Komar ji bo gelê Kurdistanê cerbandinek pir giring e.
Di dema desthilatîya Komara Kurdistanê de, di warê çand û ziman û huner û edebîyatê de ,gelek gavên giring hatin avêtin.Operayek netewî bi navê ‘Daykî Nistiman’ hate çêkirin,di warê çapemenî û wesangerîyê de jî, gelek cehdên giring encam dan.Zimanê Kurdî bu zimanê fermi û zimanê hînkarî û perwerdekarîyê.Sagirtên dibistanan geyistin zimanê xwe û bi Kurdî dest bi xwendin û nivsandinê kirin.
Damezrêner û avakar û pêsengê Komarê ‘Komeli Jiyannewey Kurd’ JÊKAF bu. JÊKAF pistî demeke kin xwe veguhast û bu partî.Partîya Demokrata Kurdistana Îranê,( PDKÎ:HDKÊ) rênîsander û parêzgerê Komara Kurdistanê a Mahabadê bu. Bêguman di wê demê de xebat û çalakîyên PDKÎ nayên jibîr kirin.
Avakirina Komara Kurdistanê li Mahabadê di heman çax de avakirina Partya demokrata Kurdistana Îranê ye jî.Serokê Komarê pêsewa Qadî Mihemmed serokê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê jî bu.
Komara Kurdistanê a Mahabadê, bi pistevanîya Ertêsa Sor a Sovyetan hate damezrandin û pir mixabe ku dîsan bi destkêsana heman ertês ber bi hilwesanê ve çû.Sovyetan heyf û mixabin ku meyla xwe dane ser Komara Gelî a Azarbeycanê û pistgirîya Komara Kurdistanê bidawî anîn.
Serokê Komara Kurdistanê nemir Qadî Mihemmed heta axîrîn nefesa xwe, ji bo jîyandina Komara Kurdistanê liber xwe da,lê rejima dirinde a Îranê,pistî vekêsana Ertêsa Sor, hêris bire ser Komarê û hikumeta herêmê têk bir.Serokê Komarê,Qadî Mihemedê nemir roja 31’ê meha diwazdan a sala 1946’an sehîd ket.
Komara Kurdistanê a Mahabadê,yekem car leskerek nîzamî ji bo xwe danî û ji bo leskerên Kurd navê ‘Pêsmerge’ lê hat danîn.Pêsmerge ew kese ku pês hemu kesî diçe mirinê.Yanî parêzgerê gel û welat e pêsmerge.
Komara Kurdistanê, sîrûda netewî a’ Ey Reqîb’ wek mersa Kurdî qebul kir ku her niha jî hemu Kurd vê yekê dipejirînin.
Her wiha ‘Roja Ala Kurdan’ di vê demê de hate kivsekirin û ala rengîn hate eskere kirin.
Bi avakirina Komara Kurdistanê re,cara yekem bu ku bi navê ‘Peymana Sê Sînûr’ çawanîya pêwendîyên navbera rêxistinên Kurdî hate sererast kirin. Di vê demê de, Komela, Xoybun û Hêvî wek sê rêxistin ku her yek ji wan, ji besekê Kurdistanê bun,di navbera xwe de destebiratîyê ava kirin û wek hevalbend Komara Kurdistanê a Mahabadê serketinek netewî pejirandin û jêre bune arîkar.
Em wekî Partîya Maf û Azadîyan HAK-PAR, bi rêz Komara Kurdistanê a Mahabadê bibîr tînin.
Di 76.min salîya vê Komara netewî de,divê gelê Kurd wan rojan yad bike,û ji ceribandina wê Komarê dersan werbigre.
Komara Kurdistanê a Mihabadê ,rûyê pîroz a diroka Kurdistanê ye.
Komara Kurdistanê di dîroka Kurdan de sikanek e.
Rûhsad bin Qadî Mihemmed û hevalên xwe.
Berxwedana Qadî Mihemed,bawerîya gelê Kurdistanê qaîmtir dike.
22.01.2022
NINSINGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎYÊ A
Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR
Dengê Kurdistan