Komcivîna HAK- PARê ya 9-a çêbû

Partiya Maf û Azadiyan- HAK-PARê Komcivîna xwe ya 9a ya gistî li Anqerê çêkir. Civînê bi rawestina rêzgirtina ji bo sehîdan destpêkir. Serokê dewra çûyî Latif Epözdemîr axaftinek pêskêskir.
Nûnerên partiyê ku ji gelek bajar û deverên cuda di salona Mîmar û Muhendizan a Anqerê civîyan, mecliseke nû û serokekî nû hilbijartin. Di civînê serokê HAK-PARê yê berê birêz Kemal Burkay û gelek mêvanên ji partî û saziyên cuda jî besdar bûn.
Düzgün Kaplan wek serokê nû hat hilbijartin. Meclisa partiyê di yek lîsteyeke hevbes da bi piraniya dengan hat hilbijartin.
Salona komcivînê wek her car bi portreyên pêsengên kurdan wek Qazî Muhemed, Mele Mustefa Barzanî, Sêx Seîd, Seyîd Riza hatibûn xemilandin.
Komcivîna 9a bi serfirazî gihîst encamê.
Dengê Kurdistan