Nûçe

Partiya Saadetê bi sandekî li Diyarbekirê serdana HAK-PARê kir

Sanda Partiya Saadetê ku ji Serokê Bajêrê Diyarbekirê Abdurrahman Ergîn, Namzedê Partiya Saadetê yê Saredariya Mezin a Amedê Sabîr Firat û cigirên serokê bajar ên Saadetê pêk dihat, li avahiya HAK-PARê ya Amedê ji aliyê Cîgirê Serokê Gistî yê HAK-PARê û namzedê Saredariya Mezin a Amedê Mehmetsah Eren, Serokê HAK-PARê yê Amedê Wasif Kahraman, Berpirsê Disîplînê yê Navendî Ahmet Cemîl Arcan (Îbrahîm Arcan) û rêvebirên bajarê Diyarbekirê uên HAK-PARê ve hatin pêswazî kirin.

Di hevdîtinê Cîgirê Serokê Gistî yê HAK-PARê Mehmetsah Eren, behsa helwest û polîtîkayên Partiya xwe kir û da zanîn ku HAK-PAR, daxwaza bi awayekî wekhev pêkvejîyanê dike û rêya çareseriyê jî wek pergala Federasyonê destnisan dike.

Li ser modela rêvebiriyên heremî yêm HAK-PARê jî bal hat kisandin ku HAK-PAR, parastin û bipêsxistina ziman, çand, huner û nirxên gelê Kurd ji xwe re kiriye armanca serekî.

Namzedê Saredariya Mezin a Amedê yê Saadetê Sabîr Firat jî da zanîn ku ew jî wek Partiya Saadetê HAK-PARê nêzîkî xwe dibînin û wek partiyeke ku di pêserojê de bikarin pêkve kar û xebat bikin dibînin.

Serokê Saxa Amedê yê Partiya Saadetê Abdurrahman Ergîn jî balê kisand ku herdû partî HakPar û partiya Saadetê jî bi helwesteke bibiryar li ser doza xwe mane û divê partiyên wiha ji bo wekhevî dadweriya ciakî mil bidin hevdû.

Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê

Dengê Kurdistan

Back to top button