Nivîsar

Welatê Xerîb

Ez bi salan e ku li Awistiryayê gor zagonên Awistiryayê jiyana xwe didomînim û azad im. Bê tirs

dixebitim,diçim mesan û betlanê. Li Konferansan de daxwezîyên xwe û pirsên xwe bi zimanê kurdî tînim ziman û dikanim ku hemû cîyan „Gelê Kurd û Kurdistan’ bibêjim. Gor zagonên Awistiryayê va gotinana ne qedexe ne. Lê belê li Kudistana Bakur Gelê Kurd û Kurdistan qedexe ne.Disa ez ji Awistiryayê çûm gelek welatên xerîb(Almanya,Macar,Tûnis,Kurdistana Basûr,Slowak,Ingîltere,Franse,Çek…)gerîyam.

Mirov li welatên xerîb hindik tistên cûda dibîne û dibîse. Destpêkê de mirov di derîyên sînorên dewlatan de zimanên cûda dibîse. Hemû miletên xerîb li welatên xwe zimanên xwe diaxifin,dinivîsînin û zimanê aborîyê jî pêsta çûye.

Pereyên wan dewletan û alên wan jî ji hevdûh cûda ne.Ango ew hemû welatên cûda ne. Dema ku ez ‘welat’dibêjim xalî (ax) tê bîramin.

Waxta ku mirovek dijê zordestîyê bo besêk ax mirinê jî digirî ber çavê xwe anjî dimire,ew besa axê bo miletekî welat e. Ji ber vê sitemê gelek mirovên Kurd jî bo Kurdistanê mirine.

Gotinek wiha heye:’Hemû giyayên heyî li ser koka xwe zîldidin’. Em kurdên welatparêz jî ji Kurdistanê hezdikin û diparêzin. Ez jî ji salan saleki,cara yekem li Kurdistana Basûr bûm. Dilê min li cîyê xwe bi hasî ne disekinîya. Min yekem ji ajotwanê taksiyê wiha pirsî:’Çima navê vî bajara Erbil û Hewlêr tê gotin?’ Ajotwanê taksiyê wiha got:’Erbil bi erebî ye û Hewlêr ji bi kurdî ye.’

Bo min ji wan welatên xerîb,yek welatik jî Kurdistana Basûr bû. Min hemû cûdatîya navbera welatan li Kurdistana Basûr jî dîtin. Ji ber ku li Kurdistana Basûr zimanê nivîsandinê,axaftinê û aborîyê kurdî bû. Ala kurdî li hemû cîyan hebûn. Derîyên sînorên Kurdistana Basûr hebûn. Lê mixabin tenê pereyê Kurdistanê li holê tune bû.Bi teybetî ez li bajarê Duhokê û Hewlêrê zahf gerîyam. Mirov bi xwe hisyar dibe ku li welatekî xerîb de ye. Gor dîtina min,Gelê Kurd li Kurdistana Basûr azad e.

Gor dîtina min bo Kurdan li Kurdistana Basûr azad bûn û azad bûna dervayê welatên xerîbîyê ji hevdûh cûda ne. Mirov dikane wiha nav bike: ‘Azadîya dervayî welat wakû cilekî paqis li mirov e; lê belê ne cilê mirov e. Azadîya li Kurdistana Basûr jî wakû cilekî paqis li mirov e û cilê mirov e.’Dema ku azadî milkê mirov be,mirov bi xwe baware û rûken e.

Lê belê gerê Kurdistana azad bi zaneyî bê parastin. Xuya dike ku kêmasî zêde ne û gav bi gav kim dibin. Min bi çavên xwe dît ku di trampêlan de çopê davên ser rêyan. Li bajarê Duhokê,cîkî bilind li ser erdê ala kurdî çêkirine. Ala kurdî gelekî mezine û ji dur va bas xuya dike.

Gor ditina min li ser erdê al çêkirin sasî ye. Bi salan e ku em Kurd tirkan rexne dikin ku, tirkan li Kurdistana Bakur, ser çîyan ala tirkî çêkirine. Daxwezîya min eve ku em Kurd li welatê xwe de jî li ser çîyan alan çê nekin.Hat bîra min ku gelo va sasîya ji tirkan xwe gîyandîye me kurdan?

Tirsa min nê mezin vaye ku, ji rojan rojekî Kurdistana Bakur jî azad dibe û kurdên Kurdistana Bakur, demekî dûr û dirêj xwe ji zimanê tirkî xilas nekin. Ji ber ku tirkan bi rêya asîmilasiyonê zimanê kurdî ji hewcatîyê derxistîye. Va rewsa jî bo perwerde bûna gelê Kurd astengekî mezin e.

Ez hêvî dikim ku rewsenbîrên Kurd li ser zimanê kurdî zêde disekinin û dikin armanc. Kurdistan bi zimanê kurdî bas e û ges e.

Balkêş e ?
Close
Back to top button