Nivîsar

Ji du heya îro BEDIR HAN PASA Û MALBETA BEDIRHANÎ

(binêr:Çavkanî, 9)

BEDIR HAN PASA

(1803-1869)

Destana serboriya Bedirxaniyan, ew jiyanek hem sîrîn û hem jî gelek tirs û tal e. Mirov nizane ku ji kîderê de destpêbike?!. Lê ez dixwazim dawî de destpêbikim. Di dawiya salên 1970 yî de, dema ez hatim dervayî welat, min dixwest Prof. Dr. Kamuran Bedirxan li Parîsê serdan bikim. Çi mixabin ji nav me barkirina wî (1978) rê neda ez vê serdanê pêk bînim. Di dîroka Kurdistanê de mirovên bi rûmet gelek in. Bes ji wana, ji bo du kesan bêtir ez bejna xwe li ber wan ditewînim. Ji wana yek Seref Hanê Bedlîsê ye, yê duwem jî Bedir Hanê Cizra Botan e.

Gelek navên Bedir Hanê Cizra Botan hene. Hin dibêjin Mîr Bedirxan, hin dibêjin Bedirxan Beg, an jî Bedirhan Pasa. Li gor zimannasî û baweriya min, navê wî yê rast “Bedir Han” e. Ji ber ku ew ji malbeta mîrên Kurdan yên bi navê “Han” tên nasîn tê ye. Navê bavê Bedir Han, Evdila Han (Abdullah Han) e. Li gor vî navî pêwist e, ku ew jî wek navê bavê xwe bêye navkirin. Yanê Bedir Han, an jî hin dibêjin Bedir Han Beg. Ew pasnavê “beg” an jî “bey” heke bête rakirin, navê xwe dibe “Bedir Han “. Ew gotina “pasa” ne gotinek Turkan dayê wî ye. Ew gotin ji aliyê Kurdan ve, ji bo Bedir Han hatiye danîn. Ew gotina ne di wateyê gotinek “pasayê leskerî” de ye. Ew gotina “pasa” di wateyê “siltan, hakan, padisah” de ye. Bedir Han Pasa di rêvaberiya silteneta xwe de, ji aliyê netewa Kurd ve, wek “Pasayê Kurdistan” yanê “Hikumdarê Kurdistan” ew dihatiye nasîn û navkirin. Ji bo vê jî, di arsîvên Osmanî de agahiyek li ser navê “pasa” bi destxistin di dawiya jiyana wî de di çavkaniyan de mirov dibîne. Ji bo ku “pasatiya” Kurdan dayî Bedir Han, Osmaniyan tu caran ew pasatiya nepejirandine. Bes ew ji aliyê Kurdan ve hatiye pejirandin û heya roja îro di serpêhatiyên Kurdan yên gelerî de, di nav gelê Kurdistan de, di serboriyên cîwanmêriyê de, ew navê “pasatî” hîn hebûna xwe diparêze!..

Rol û girîngiya Bedir Han Pasa bas bêye xuyakirin, ez dixwazim çend gotinên dîn lê zêde bikim. Di 18 saliya xwe de, li sala 1821 an di textê rêvabiriya welatê xwe de rûnistiye. Bi wezîrên xwe, bi sêyhûlîslamê xwe Mela Abdulkuddusî, berpirsiyarê leskerî Tahîr Axa, yê darayî (maliyê) Efendî Axa û fermandarê hêzên suwarî Hamîd Axa, wî bingeha dewleta xwe avakiriye.

Ji bo dewleta Osmanî re bas bide û bistîn, li sala 1827 an qasi 20 hezar leskerên xwe ve pistgiriya dewleta Osmanî dike. Li dijî serê Uris leskerên Kurdan di wî serî de bi lehengiyên cengawerî wana gelek nam daye. Sasitiya Bedir Han ya herî mezin, bi Osmaniyan ve navbeyna xwe li dijî mîrên Kurd yên dîn xurt kirye û li gel ordiya Osmanî li sala 1837 an êrîs birine ser Kelhaya Dergul û Kelhaya Saîd Begê. Pasê ew êrîs li dijî mîr û begên Kurd yên dîn her berdewam kirye. Di vê navbeynê de hêza Kurdan ya mezin, ji ortê rakirina her mîrê Kurd her ku diçe zayiftir, jar û pêrîsan dibe. Lê di van seran de leskerên Bedir Han Pasa xurttir û hêztir derdikevin. Lê çi mixabin ew xurttir û hêztira mîrekî Kurd bi serê xwe tenê, wê tu caran têrî li dijî ordiya Osmanî serkirinê nekirye. Di sala 1839 an de Bedir Han Pasa, li gel Osmaniyan li dijî ordiya waliyê Misirê Mehmed Alî Pasa ji bo ser bikin li navçeya Nîzîbê kom dibin. Osmanî û Kurd di serê Nîzîbê de têkdiçin û ser weda dikin. Bi hezaran leskerên Kurd û Osmanî têne kustin…

Bedir Han Pasa ji serê Nîzîbê vegerî sunda, di navbeynê mîr û begên Kurd yên heyî de peymanên yekgirtina Kurdan çêdike. Mîrên Kurd ku bi alîkariya Bedir Han Pasa, yên Osmaniyan ji ortê rakirin, dema Bedir Han li dijî Osmaniyan serê xwe hildide wê bastir dibîne. Lê çi mixabin vê carê Osmanî li dijî Bedir Han Pasa, xisimê wî Êzdîn Sêr bi kar tînin. Wusa xuya dibe ku Osmaniyan li dijî Kurdan, di serên bûyî de mîrekî Kurd li dijî yê dîn bi kar anîne. Di hemî seran de jî Kurdan wenda kirye. Di dawî de Bedir Han Pasa jî wenda dike. Osmanî wînî bi malbeta wî ve berê heya Samsunê dibin, li wir jî bi rêya behrê, bi kestiyê heya Stenbolê dibin. Abdulhamîd Han, Bedir Han bi malbeta wî ve surgunî girava Girîtê dike. Qasî deh salan li wir surgun dimîne. Ji bo bêdengiya wî, pasayê Osmanî Abdulhamîd Han, Bedir Han afû dike. Li ser vê efûkirinê ew bi malbeta xwe ve dîsa vedigere Stenbolê.

Dema ew vedigere Stenbolê li Girîtê serhildanek li dijî Osmaniyan çêdibe. Pasayê Osmanî Abdûlhamîd Han dixwaze Bedir Han Pasa ji bo vê serhildanê bide rawestantin wezîfedar bike. Sertê Bedir Han, ji bo ku di ser de serkeve, ew ji padsahê Osmanî Abdûlhamîd Han taburek lesker, ji navçeya Cizîra Botan dixwaze. Li ser daxwaza wî taburek leskerên Kurd, Osmanî amade dikin û disînin paytextê Osmanî bajarê Stenbolê. Bedir Han bi leskerên xwe ve di demek kurt de, ew diçe Girîtê. Serhikdan ji aliyê Bedir Han Pasa ve tê pêlixandin.

Di sala 1858 an de, ji aliyê pasayê Osmanî Abulhamîd Han de, ji bo Bedir Han, nîsana “Mîrêmîran” tê dayîn. Bi vê nîsanê “pasatiya” Kurdan ji bo Bedir Han digotin, vê carê ji aliyê Osmaniyan ve jî hate pejirandin. Li ser nîsana “Mîrêmîran” Osmaniyan ji bo wî rûtbeya “Pasa” jî dane Bedir Han. Vê carê navê wî dibe “Mîrêmîran Bedir Han Pasa”. Her çiqas Bedir Han, du caran rûtbeya pasatiyê girtî be jî, ji welatê xwe dûr, jiyanek bê kesayetî, ew ji wî re ji dîlîtiyê pê ve tistekî dîn jî nîn bû!..

Bedir Han Pasa ji bo serhildana Hanya (li girava Girîtê bajarek) carek din tê wezîfedar kirin. Diçe wê serhildanê di demek kurt de ji ortê radike. Pasê li Girîtê dimîne. Vê carê 8 salên xwe yên dîn li Girîtê borandine. Pasay Osmanî Abdulhamîd Han carek dîn wî gazî Stenbolê dike. Jê re dibêje: “Bedir Han Pasa, te pir xizmetên bas kirin. Gelo di dilê te de, tu dixwaze li kî dere û çi karî dîn bike. Ezê wî karê tu dixwazî bidim te. Lê bes bila li Kurdistanê nebe!” Ew jî ji Abdulhamîd Han dixwaze biçe bajarê Samê û li wir wek wazîfeya ” Emîrulhac” karê xwe berdewam bike. Abdulhamîd Han, wî karî dide Bedir Han Pasa. Ew diçe bajarê Samê. Demek sunda ew nexwes dikeve. Di sala 1869 an, ew diçe ser heqiya xwe.

Bedir Han Pasa ji malbeta Mîrê Botan e. Bavkalikên wî digîhîjin Emîr Muhammed Han. Kalikê Bedir Han, Abdulezîz di dema xwe de li Amedê walîtî kirye. Bavê Bedir Han, Mîrê Botan Evdila Han (Abdullah Han) e. Kalikên wî Mustafa Han, Îsmaîl Han, Mansur Han, Emîr Seref Han, Emîr Muhammed Han û heya Emîr Seref Hanê mezin diçe.

Li pês serhildana Bedir Han ya li dijî Osmaniyan, gelek serhildanê Kurdan yên dîn jî li dijî Osmaniyan bûyîne. Ji wana serhildanek li sala 1806 an Babanzade Abdurrahman Pasa destpêkirye. Li sala 1812 an bi serhildana Babanzade Ahmed Pasa raperîn û bexwedana Kurdan her berdewam kirye. Li sala 1820 an Asîretên Zaza, li sala 1830 Êzdiyan berxwedan û serhildanên bi salan li dijî Osmaniyan kirin, wana her berdewam kirye. Li sala 1832 an Mîr Muhammed, li sala 1834 an serhildana Mehmed Pasayê Kor û serhildana Bedir Han Pasa ya li sala 1836 an despêkirî, wana gelek salan domandiye. Pasê li sala 1880 yî bi serhildana Sêx Ubeydullah, Kurdan têkosîna xwe her berdewam kirine û tu caran serê xwe li ber zordestan netewandine heya roja îro. Kurd li Kurdistanê di bin alayên mîrên xwe de her aza jiyane. Dewletên mezin li ser xaka Kurdistan serên giran kirine. Hin caran Kurd bindest mayîne, hin caran jî her mîrek Kurd bi serê xwe aza jiya ye. Ji bo vê jî pir caran Kurdan mîrên xwe bi naznavê “pasa, beg, han, mîrêmîran” jî bi nav kirine.

Ew dîroka raburdî ya Kurdan em bidin alîkî. Hinek dixwazim li ser rewsa Bedirxaniyan ya îro rawestim. Di roja 20.04.2007 an, ji bo Bedirxaniyan li Berlînê konferansek bi alîkariya Hikumata Harêma Kurdistan û saziyên Kurd yên dîn dihat ku bê damezrandin. Komîta amadekirinê gazî min jî kirî bûn. Min li gel komîtê peywendî çêkir û ji wana re sirovekir û got: Gelo ma hun dizanin li Berlînê jî Bedirxaniyek heye? Komîte ji wî navî bê agahî bûn. Pasê min navê wî mirovî ji wan re rêkir… Seva ya li pês konferansê Safter Çinar bi qîza Mîr Celadet Bedirxan, Sînenxanê ve ji sîh salî sunda wana carek dîn bi ew alikariya komîtê bûyî, hev û du dîtin. Lê roja konferans bûyî Safter Çinar di konferansê de tune bû. Ji ber ku 23 ê Nîsanê Cejna Turkan, di 24 ê Nîsanê de li Berlînê dihat pîroz kirin. Safter Çinar wek serokê Komela Malbetên Turk, ew jî bawer dikim ku di nav wan de besdar bûyî be!.. Konferansê çendek rojan domand, lê min Safter Çinar li konferansê qet nedît. Mîr Celadet Bedirxan, Prof. Dr. Kamuran Bedirxan, ew bi bavê Safter Çinar Prof. Dr. Tewfîk Alî Çinar û bi apê wî yê du caran bûyî wezîrê perwerdeyê ya Ataturk Vasif Çinar ve, ji malbetekê ne û brayê hev in. Birêz Sînemxana hêja jî qîza Mîr Celadet Brdirxan e. Ew hemî nêwiyên Bedir Han Pasa ne. Bavê wan jî serok Reîsê Sûrayî Dewletê yê li Stenbolê dijiyayî Murat Bedir Han Beg e.

Bi agahiya ew mijara li jor bi kurtahî hatî sirovekirî, ez dîsa vegerim nasîna min ya bi du Bedirxaniyan re çawa çêbû! Di Sendîkata Perwerde ya Elmanyê li Bajarê Berlînê, bi serokê duwemîn re, ji bîst salan pirtir, me bi hev û du re kar dikir. Navê serokê duwem Safter Çinar bû. (Pasê wî xelata ji bo beyaniyan ya herî mezin nîsana lîyaqetê ji Serokomarê Elman, bi navê Turkekî jî girtî!) Taybetmendiyek Bedirxaniyan heye ku, ew gelek zîrek, dirust û sadiq in. Baweriya min ji Safter Çinar re gelek dihat. Wî ji bo mafê perwerdeya zimanê dayîkê gelek têkosîn kir û serket. Ew di bawerî û karê xwe de ne tenê bû. Gelek hogir û rêhevalên wî yên endamên sendîqayê jî bi wî re bi çalakî kar dikirin. Ew mafê hatî girtin, bes ne tenê ji bo zarokên Turkan, sendiqayê ew maf ji bo hemî zarokên karkerên beyanî û hwh. ji bo zarokên Kurdan jî hatî bû girtin. Serok Çinar di aliyê din de jî pistgirî dida tevgera azadîxwaz ya gelê Kurdistan. Ji bo karên wî yên hêja, di pratîkê de, ez jî ji wî re dibûm alikar. Di wan salan de qasî 300 mamosteyên ji Turekiyê hatin, wana li Berlîne ders didan zarokên Kurd û Turkan. Di nav wan de jî, gelek mamosteyên Kurd jî hebûn. Dersên me ji bo zarokên Kurd dida, ew zû hatin girtin. Pasê jî Turkan zarokên xwe nesandin dersên zimanê Turkî. Seroka sendiqayê ya yekemîn ya GEW pasê bû wezîra Berlînê ya perwerdeyê. Demek sunda Safter Çinar jî, ew bû Sekreterê Gîstî yê DGB ji bo karkerên beyanî li Berlînê.

Rojekê ji bo pîrozkirinê, ez çûm ciyê rêhevalê xwe yê Turk. Me qehwa xwe vexwar sunda, gotin bi gotinan dirêj bûn û axaftin pêsket. Safter Çinar, min ew carekê li konsulata Turkan jî dîtî bû, ku ew jî wek min bê pasaport û bê welatî mayî bû. Gelek ciyan de rewsa me her du yan wek hev du bû. Lê bes ew Turk bû, Ez jî Kurd. Di goftûgoya me dikirî de gotinên me dirêj kisandin. Rind bû ku axaftina me dirêj kisand! Carekê Safter berê xwe daye min û gotina xwe berdewam kir: “Gelo ma tu dizanî? ez jî Kurd im? Ez bi xwe heyîrîm û bê deng mam. Bîstekê sunda min ji wî re got: Gelo ewqas sal e, ku em bi hev du re kar dikin! Heya îro çawa bû, ku te xwe her dem Turk dida nasandin? Gotina xwe wî berdewam kir û got: “Belê ez jî Kurd im. Ez ji malbeta Bedirxaniyan im! Bavê min Tewfîk Alî Çinar e. Ew nêwiyê Bedir Han Pasa ye. Kalikê min serokê Reîsê Sûrayî Dewletê Murat Bedir Han Bek e. Brayê bavê min, yanê apê min Vasif Çinar wezîre Ataturk yê perwerdeyê yekemîn e. Pasnavê me yê “Bedirxanpasa” Ataturk bas neacibandiye. Di civînek ap û bavê min jî tê de danistî, Ataturk bi wan re gotiye: “Ew çi navê dirêj bi pasayan destpêdike ye? Wî navî rakin. Bejn û bala we wek dara çinarê dirêj e. Bila îro sunda pasnavê we bi be, Çinar!”

Safter Çinar gotinên xwe wusa derdewam dikir, ku ez ji wî heyîrîm û rabûm ku ji jura (ode) wî derkevim. Wî ji min pirsî û got: “Gelo çima tu ji min dixeyîde, hêrsdikeve? Tu bi xwînî dixwazê min binase û biecibîne?” Min ji wî re bi kurtahî wusa got: Heya roja îro wek kesekî Turk, demoqrat min tu dinasî û salên te ji min biçûktir bin jî, min ji te re hurmeta xwe her dem nîsan dida. Ji bo ku wek Turkekî demoqrat û pêsverû te alîkariya têkosîna gelê Kurd jî dikir. Lê îro sunda bi vê armanca te, te dawî li hevaltiya me anî…

Qasî deh salan zêdetir min ew bidîta jî, min ew silav nadikir! Heya rojek ji rojên yekê gulanê, min destek li ser milê xwe dît. Min lê meyze kir ku ew Safter Çinar e. Lê ji ew heval û hogirtiya me ya berê, ji wê, jê tu hest û nîsan nemayî bûn! Wek du kesên hev du ji dûr ve dinasin, me hêdî silav ji dûr ve dida hev û derbas dibûn. Ew rews heya du heftan li pês vê wusa dimesî… Vê carê min du Kurdên ji malbeta Bedirxaniyan li rex hev û du dît. Bi ew rewsa nû jî, ez pê kêfxwes bûm. Ji ew baweriya xwe ya berê jî hinek dûr ketim. Ji bo ku her tist zû tê guhartin. Bes xwe guhartina mirovan pir zor e!..

Ya guhartina min tesîr kirî çi bû? Li dinê mirovê bê xeta nîn in. Belku min jî di dayîn û standina xwe ya bi Safter re kirî de sasetî kirî be! Belku ez jî di aliyê xwe de rast bim. Bûyera dawî ya di navbeynê me de bûyî wusa qewimî. Ne kêm û ne jî zêde bi kurtahî bûyer wusa ye: Ew rojên derbas bûyî de, min bihîst ku nivîskarê berhema ya bi navê Turkî “Cizre-Botan Beyi Bedirhan” Mîrê Cizra Botan Bedirhan, ew dixwaze pirtûka xwe bide nasandin û îmze bike. Navê nivîskarê pirtûkê “Ahmet Kardam” e. Nêzîkî Çil sal e, ku ez Ahmet Kardam ji dûr û nêzîk de dinasim: Ew Turkekî pêsverû û welatparêzê welatê xwe bû. Di ezmûna jiyana xwe de min dîtîye ku, me Kurd û Turkan di pirsgirêka Kurdî de, tu caran bi Turkan ve me ji hevdu bawer nekirye. Lê ferqa di navbeynê me û wan de heyî, wan sosyalîstiya Kurdan jî nepejirandine. Heya ku me çerxa wan zivirandiye, ew rews her wusa dimesî! Me sosyalîstên Kurd hebûna xwe wan daye pejirandin. Lê vê carê hebûna wan ji ortê rabû û partiya wan (TKP) têkçû. Lê ji wana gelek kesên Kurd ber bi saziyên Kurd hatin. Ji wana yek jî, birêz Ahmed Kardam e. Ahmet Kardam, di girtîgehan de, di kar û baran de, wî emrê xwe borandiye û têkosînek navnetewî de heya politpûroyê Partiya Komunist ya Turkiyê (TKP) kar kirye.

Dema ez çûm ciyê civînê, mîn dît ku Safter li rex Ahmet Kardam rûnistiye. Çend hevalên dîn yên nas jî hebûn. Li ciyê civîne demek kurt ez û Kardam, me li ser Bedirxaniyan qise kir. Li hember me jî Safter Çinar rûnistî bû. Bîstek sunda Ahmet Kardam gotina xwe wusa berdewam kir:” Bi salan ez di politbûroyê TKP de bûm. Lê min nadizanî ku ez Kurd im. Dema endamên polîtbûro û sekreterê TKP yê Gistî Haydar Kutlu vegerîn welat û serbest hatin berdayîn sunda ez jî vegerîm welat. Binçaviyek kurt sunda ez jî serbest hatim berdayîn. Malbeta me destnivîsek bi zimanê Osmanî ya bi tîpên kevn dane min. Heya wê demê ez ji wê defterê bê agahî bûm. Bi tîpên Erebî xwendin min nadizanî ku çi di defterê de hatiye nivisîn! Pasê kesekî bi tîpên Erebî bas dizanî, me tev defter xwend û wergera wê çêkir. Secereya malbeta me jî di defterê de cih girtî bû. Ji malbeta me gelek kesen zana û nivîskar hebûn. Lê ji bo çi ewqas Kurdeyatiya xwe vesartîne ku me xwe Turk dinasî. Di malbetê de hinekan dizanîn ku ew Kurd in. Lê ji bo çi Kurdeyetiya xwe vesdisartin, îro jî ez wê bas nizanim. ..

Li ser vê bûyerê ez ketim nav arsîva Osmaniyan. Di der heqê Bedirxaniyan de min 800 rûpel dokument dest xwe xistin. Ji van dokumentan, min ew berhema yekemîn amade kir. Ezê di ciltê duwem de, vê lêkolînê bêtir hûr û kur bikim û lê binerim. Her giya li ser koka xwe sîn dibe. Lê ez dereng mayî bim jî, ezê valahiya heyî qasî ji dest min derkeve tijî bikim. Ez bi malbet û kalikên xwe Bedirxaniyan serbilindim û wekî her Kurdî jî Kurd im!..” dibêje.

Wî di civîna berhema xwe dayî nasîn de, li ser Bedirxaniyan gotina xwe wusa berdewam kir: “Di serê cîhanê yê yekemîn sunda di nav malbeta Bedirxaniyan de, bes Abdurrezak Bedirxan ji bo welatekî aza û serbixwe xebitiye. Mîr Abdurrezak Bedirxan, nêwiyê Mîr Bedir Han û lawê Mîr Muhamed Necib Pasa ye. Muhamed Necib Pasa jî lawê Bedir Han yê mezin e. Abdurrezak Bedirxan di zaroktiya xwe de perwedeyek welatparêz li Stenbolê li ber destê saîrê Kurd yê neteweperwer Hacî Qadirê Koyî (1815-1897) girtiye. Tê gotin ku wî li gel zimanê Kurmancî, zimanê Fransizî, Îngîlîzî, Rusî, Erebî, Farisî û Turkî jî bas dizaniye. Zanîna wi ya leskerî jî di nav serên bûyî de pêsketiye.

Lê çi mixabin rewsa cîhanê rê nedaye ku Kurd berxwebidin û serkevin. Ew demekê li Sovyetê maye. Pasê vegeryaye navçeya Wanê. Wê demê jî hêzên Uris yê li wê derê heyî xwe sunda vekisandine. Ji bo berxwedanek Kurd pê azad bin, wî tu mercên bas bi dest xwe nexistine. Siltanê Osmanî her çiqas karên bas û bilind dayîbin wî jî, wî her ji bo azadiya welatê xwe kar kirye. Mirov dema raperîn û berxwedana wî dinêre, dîbîne ku ew têkoserekî hemdemî û bawermend bûye. Di dawî de ew jî ketiye dafa Osmaniyan. Bi refeqata efserekî Osmanî wî disînin Musulê. Li sala 1918 an li Musulê Mîr Abdurrezak Bedirxan ji aliyê Îttihat û Terakkî ve têye kustin. Ew jî di rêya welat de dikeve nav refê sehîdên Kurd û Kurdistan…

Bedir Han Pasa wek pir pasayan dîn, ew jî bi pir jinan ve zewicî ye. Çar jinên wî yên li xwe mehrkirî (bi nîkah) hebûne. Lê tê gotin ku harema wî ji ya Osmaniyan ne kêmtir bûye! Wexta 63 saliya xwe de li Samê ew dimire, 21 law û 21 jî qîzên wî û ji sedî zêdetir jî nêwiyên wî hebûne.

Lawê Bedir Han yê mezin Hamdî (1836) û biçûkê wî Necîb Beg li Cizrê (1842) hatine dinê. Tedûristiya Hamdî ne bas bûye. Ji bo wê jî biçûkê wî Necîb Beg di 27 saliya xwe de li ciyê bavê xwe (Bedir Han Pasa) rûnistiye.

Eslê Ahmed Kardam ji Bedir Han Pasa, ji lawê wî yê bi navê Necîb Bedirxan Pasa tê ye. Navê dayîka Necîb Bedirxan jî Gazelê Xanim e. Lawê Bedir Han Pasa yê bi navê Necîb Beg bi Hanîfê Xanimê re zewiciye.

Qîza wan ya bi navê Sariye bi Mîhabzade Alî Galîp ve zewiciye. Qîza Alî Galîp ya bi navê Nazîre jî bi Dr. Rifatê Kilisî re dizewice. Qîza xwe ya bi navê Naciyê bi saîrê nav û deng yê “Servet-î Fûnun” Cenab Sahabettîn re dizewice. Zarokên wan jî dibin nêwiyên Bedirxaniyan. Lawê Dr. Rifatê Kilisî, Galîp Kardam, ew jî bavê Ahmet Kardam e. (binêr:10)

Gelî xwendevanên hêja! Ji we re du mînaken balkês ji malbeta Bedirxaniyan dixwazim hinek zêdetir bidim nasandin. Pir salin ku min dixwest bûyerek wusa ronahîxim. Lê mijar ne bi dilê min bû, ku Bedirxaniyan bi nirxek wusa binirxînim û bidim nasandin. Lê bi Kurdbûna Safter Çinar û Ahmet Kardam, ez jî gelek pê sabum û min ji nû ve du dostên xosewist jî qezenç kirin. Li ser ew rewsa nû min jî, ji xwe re pêwistiyek dît ku, ez jî vê bûyerê ronahîxim û ji xwedevanan re binivîsim.

Gelo ma kîngê dorê were Kurdên xwe hîn Turk dihesibînin?!. Ji mergaseta (trajediya) Bedirxaniyan ya di dîroka Kurdistanê de belawela bûyî, ji rewsa malbetên wan yên emrên xwe li surgunan borandin û dawî de xwe wenda kirin, ji du nêwiyên Bedirxaniyan, dixwazim ji Kurdan re wana bi malbetî bidim nasandin. Bê guman baweriya wan bi Kurdbûna wan hebûye, an jî nebûye, ya herî girîng di dawî de Kurdbûna xwe, ew xwedan derketine û xwe nasîne.

Armanca min, rewsa wan ya dawî û Kurdbûna xwe xwedî derketina wan e. Bi rewsek wusa ez çiqas dilges bûyîme, dixwazim neteweperwerên Kurd jî ji vê hevpar bin. Ji bo ku dîroka Kurdistanê ya xemgîn, bi serpêhatiyên mirov jê bawer neke tijî ye. Dijminan bra kirine dijminê bran. Mîrên Kurdan nebûne yek, dijminan ew ji ortê rakirine tek û tek. Brayan koka hev û du anîne û dijmin bi xwe sakirine… Ma serê Saît Beg bi serê Bedir Han Pasa, hêzên Sait Beg têkçûn sunda, serê di navbeyna Êzdîn Sêr û Bedir Han Beg de bûyî, Osmaniyan pistgiriya Êzdîn Sêr kirî bûn. Dema Bedir Han Pasa wenda kir, ew ji aliyê Osmaniyan ve dîl hate girtin. Ew birin Stenbolê û pasê jî surgunî Girava Girîtê kirin. Pirsa dayîn Êzdîn Sêr jî, Osmaniyan ew bi cih neanîn. Doza wî jî wek mîrên Kurdan yên dîn têk çû. Ji bo vê jî dibêjin: “Di Osmaniyan de lîstik (fend û dolab) pir in. Yek biçe, li ciyê wê yek dîn tê!” Lîstikên Osmaniyan yên heyî, ew hemî li ser Kurdan hatine ceribandin!..

Îro li welatê me yê bindest, yên karê dagirkeran hêsantir dikin, zilm û zora wan li ser netewa Kurd ferz dikin û ji neyaran re yên dibin sîxur, jimara wan bi hezaran e. Kurdên ne li gel tevgera azadîxwaz bin, pêwist e, ku ew nebin alîkarê dijminan jî! Bê tereftiya wan, li gel dijminan bûyîna wan çêtir e. Kurdên ku pasê be jî, li Kurdbûna xwe xwedî derkevin, li wana xwedî derketin û hembêz kirin ji aliyê welatparêzan ve bûyerek pîroz e. Kurdên ku di xizmeta dijman de, li dijî gelê xwe kar dikin, ma ji wê xirabtir li cîhanê ji bo mirovan çi heye? Bê wate rûspiyên Kurdan vala ne gotine ku: “Kurmê darê ne ji darê be, zewala darê nîn e! ” Bi gotinek dîn vekirî: “Kurmê darê ne ji darê be, dar narize!” Çiqas Kurdên xwe Turk dibînin, ew xwe nekin Kurd û rastiya xwe nebînin, di bin nîrê neyaran de derketina Kurdan jî zehmet e.

JI BEDIRXANIYAN YA JI KURDAN RE MÎRAS MAYÎ

Ordî tên û diçin. Li pas xwe karesetek bi salan naye tamîrkirin dihêlin. Di servaniya Bedirxaniyan û mêrxwasiya wan de tu gotin nayên bi lêvkirin. Lê çi mixabin di seran de dema mirov serneket, her tist badilhewa ye. Di aliyê çanda Kurdan de wek gelek mîrên Kurd, Mîrên Cizra Botan Bedirxaniyan jî xizmetên bas kirine. Di dîwana Mîrên Botan de dengbêj, çîrokbêj, saîr û kesên zanyar hatine parastin û alîkariya wan hatiye kirin.

Di sedsala 20 an de Mîr Celadet û Mîr Kamuran Bedirxan di aliyê ziman û çanda Kurdan de gavên mezin avêtine. Wana alfabeya Latînî ya Kurdî amde kirine. Bi vê alfabeyê Kovara Hawar, Kovara Ronahî û gelek berhemên dîn li pas xwe hîstine. Karên wan ronakbîran kirî, Kurd wê tu caran bîrnakîn.

Bermalî û rêhevala Mîr Celadet Bedirxan, Rewsen Xanim, ew qiza Salih Bedirxan e. Li Samê û li Ûrdûnê xwend sunda, ew dibe mamoste. Li sala 1935 an bi Mîr Celadet Bedirxan re dizewice. Ew jî, ji nivîskarên Kovara Hawar e. Di siyaseta Kurdan de, ew jî her çalak xebitiye. Li sala 1971 an, bi gazîkirina nemir gorbehist Barzanî ew çûye Basurê Kurdistanê û Komela Yekîtiya Jinên Kurd damezrandiye. Li sala 1986 an gelek gotar û berhem li pas xwe hîstin sunda, ew çû dilovaniya xwe. Li ciyê dayîka xwe, îro qîza wê Sînemxan Celadet Bedirxan karê wê dayê ser sanê xwe û kar dike.

Cara yekemîn rojnameya Kurd ya bi navê “Kurdistan” ji aliyê Mîkdat Mîthed Bedirxan ve di 22 ê Avrîlê sala 1898 an li Qahîrê hatiye derxistin û wesandin. Jimara rojnamê ya yek heya 5 an li Qahîrê derketiye. Ji mirina Mîkdat Mîthed Bedirxan sunda jimara 6 heya 19 an li Cenewrê, 20 heya 23 li London, 24 heya 29 an li Folksdonê û 30 û 31 dîsa li li Cenewrê hatine wesandin. Xwediyê rojnameyê heya jimara 5 an Mîkdat Mîthed Bedirxan bûye. Pasê Sûreya Bedirxan berpirsiyariya rojnameyê kiriye. Rojnameya “Kurdistan” di sala 1902 an de, bi zorkariya destên Osmaniyan, li dervayî welat, dawî li wesandina wê hatiye.

BEDIRXANÎ BI NAV Û DENG BÛN
GELO ÇAWA BÛYE KU EW MALBAT ÎRO BÊ DENG MAYE?

Wextek dûr dirêj Osmaniyan ji bo zarokên mîr û pasayê Kurdan perwede bikin li Stenbolê dibistanek Kurdî vekirî bûn. Di wê dibistanê de hem rêvabirina dewleta Osmanî, hem jî zarokên Kurdan di bin bandora xwe de diparastin ku bavên wana serê xwe hilnedin. Di aliyê din de, gelek mîrên Kurd bi navê pasatiyê li Stembolê pere xwe digirtin û di nav jiyanek bas de dijîn. Piraniya pasayên Kurd bi jinên beyanî yên Gurcî, Çerkez, Turk û welatên Ewrûpa ve dizewicîn. Zarokên mîr û pasayên wusa eslê xwe zû bîrkirine û hemî pisifîne (asîmîle bûyîne). Ew rewsek civakî ye. Li ber roja germ, berf nikane hebûna xwe biparêz û berdewam bike! Bê guman yê bihelle û wenda bibe!

Lê ez dixwazim di aliyê rêzanî de (siyasî) li ser rewsa wenda bûna malbeta Bedirxaniyan rawestim. Di mercên heyî de zarokên Bedirxaniyan ji wan gelekan xwendine û bûyîne karmendên dewleta Alî Osman. Dema bi dewletê ve bêne girêdayîn, bê guman yê di xizmeta dewletê de bin. Li gor baweriya min sedema sereke ew jî nîn e.

Di sedsala 17 an de li Îzmîrê û li navçeya wê baweriyek bi navê “Sabatayî” derdikeve. Danyarê vê baweriyê navê xwe “Sabatay Sevî” ye. Kesên ku baweriya xwe bi vê rêyê anîn bû, wan Sabatay Sevî wek “Mesîh” didîtin û dinasin. Bingeha vê baweriyê hêza xwe ji “Mistîsîzmê” û ji “Kabbala” digire. Di hin çavkaniyan de têye nivisîn ku “Malbeta Bedirxaniyan bi van Sabatayan ve hem xismên hev in, hem jî malbetên wan di nav hev de bûyîne!” Ew gotin ne di ciyê xwe de be jî, lê dewleta Osmanî Bedirxaniyan wusa dinirxîne. Dîtina dewletê ji bo Sabatayan qet ne bas bûye. Kî bi wan re dide, distînê, ji aliyê dewletê ve têne teqîb û binçav kirin. Yên tên girtin bi cezayên giran tên binçav kirin. Baweriya Sabatayiyan ya rojane li ser îslamê dimesiya! Lê wan di nav xwe de “Cihûyiyek dizî” bawer dikirin û di wê rê de diçûn. Di alîkî de jî, wana ola cihûyê rexne dikirin. Ew bawerî îro jî bas naye nasîn û dizî di nav xwe de Sabatayiya xwe dimesînin. Ji civata museviyên li Turkiyê dijîn, kesê bi navê Harry Ojalvo di roja 23-29 Gulana 1998 an, di kovara “Aksiyon” de wusa dibêje: “Teye texmîn kirin ku li welatê em lê dijîn -Turkiye- milyonek nîv cihûyên bi koka xwe Turk hene.” Ew jî erk û rola Sabatayiyan ya li Turkiyê dide pês çavan. Di sedsala 19 an de, Sabatayî di nav tevgera “Îttîhat Terakkî” de rolekî mezin dileyhîzin. Serokwezîre Dewleta Turkiyê yê hatî darxistin (1899-1961 ) Adnan Menderes jî di vê baweriya Sabatayan de bûye. Jina Adnan Menderes Berrîn Xanim, ew xarziya Dr. Nazim Begê ye. Dr. Nazim Beg di dema xwe de, ew pêsengekî Sabatayan û di nav Îttîhatçiyan de bûye. Navê wî di suîqesta Îzmîrê de derbas dibe û tê darxistin. Bi Adnan Menderes ve yê hatî darvekirî wezîrê wî yê derva Fatin Rûstû Zorlu (1912-1961) jî, ji malbeta Bedirxaniyan e. Ew Sabatayî ye, an jî nîn e, bas ne diyar e. Lê gelek kesen eslê xwe Kurd in û îro di nav me de dijîn, bi nav û deg in. Navê wana di nav Sabatayan de derbas dibe. Lê ez naxwazim carek dîn di vir de navê wana dubare bikim.

Ew tevgera olî xuya ye, ku li serê Bedirxaniyan bûye bela. Di alîkî de jî, ji belatiyê bêtir, vê tevgerê ewna kirine xwedanê meqamên bilind jî. Di wir de wana hebûna xwe neparastine û wenda bûne. Bi mînakek balkês ya dîn, ez dixwazim dozîna (tez) xwe hinek wusa pês ve bibim. Nêwiyê Bedir Han Pasa, lawê Tahîr Muhlîs Kutay û dîroknîvîskarê Turkan yê bi nav û deng Cemal Kutay (1909-2006) bi eslê xwe Kurd bûn. Lê emrê xwe ji bo çand û dîroka Turkan borandine. Cemal Kutay bi qiza Esref Kusçubasi ve zewiciye. Esref Kusçubasi jî, ji hîmdar û serokê “Teskîlat-i Mahsusayê ” ye. Ew sazî îro li Turkiyê bi navê “MIT” tê nasîn. Ji malbeta Bedirxaniyan jina Bedrî Pasa, ew qîza xaltiya serokê Teskîlat-i Mahsusayê Esref Kusçubasi ye. Pî û bazikên vê saziyê, ez bawer dikim ku wek ahtapot hemî malbeta Bedirxaniyan yên li Stenbolê dijîn hemî hembez kirye û xistiye bin bandora xwe.

Di wenda bûna Bedirxaniyan de bûyera herî girîng kustina sehredarê Stenbolê Ridvan Pasa ye. Ridvan Pasa di roja 23 ê Adarê sala 1906 an ji aliyê grubek Kurd ve tê kustin. Vê bûyerê davêjin ser lawê Bedir Han yê bi navê Alî Samîl Pasa û lawê Necîb Pasa yê bi navê Abdurrezak Bedirxan Beg. Kesên tevî vê bûyerê bûyî û yên alîkariya wan kirî gelek Bedirxanî tenê binçavkirin. Di vê bûyerê de çiqas kes binçav bûne, çiqas hatin avêtin zindanane, ew bas ne diyar e. Ev çavtirsandin û zordestî bes tenê li ser Bedirxaniyan nebûye. Kî Bedirxaniyan dinase, kî bi wan re dide û distînê, heya cînarên wan yên ne Kurd jî, ji vê zor û zilmê nasîbê xwe digirin! Di vê navbeynê de kesên ku Turk, Ermenî û Rum yên Alî Samîl Pasa û Mîr Abdurrezak dinasîn hemî hatine binçavkirin. Li gor dîtina Abdurrezak qasî sê hezar kes ji bo sedema vê bûyera kustina sehredar stembar (maxdûr) bûne. (binêrin pirtûka bi navê “Abdurrezak Bedirhan, Stenbol, 2000”.

Malbeta Bedirxaniyan ji bingeha xwe malbetek olperest bûye. Kesên xwedan tariqat û sêx di nav Bedirxaniyan de gelek in. Lê di nav vê malbetê de kesen wek Mîr Celadet Bedirxan, Mîr Kamuran Bedirxan û Mîr Abdurrezak Bedirxan jî, di nav wê malbetê de derketine. Abdulhamîd ji sedeqat û oldariya Bedir Han Pasa gelek razî bûye. Ji ber ku Abdulhamîd Han jî wek Bedir Han bûye. Lê dîsa jî, ji malbeta Bedirxaniyan Abdulhamîd ditirsiyaye. Belku bûyerek wusa kustina sehredar, ji aliyê dewletê ve jî, ji bo derbeyek mezin li Bedirxaniyan xin jî hatibe çêkirin. Ji bo ku yên nêzîkî Abdulhamîd, bi wî re digotine ku Bedirxanî dixwazin tê bukujin! Ew bûyera kustina sehredar bûyerek siyasî ye û ji bo vê jî, ew di dîrokê de ronahî nebûye û tarî maye…

Di encama vê bûyerê de dewleta Osmanî her sê lawên Necîb Beg yên bi navê Abdurrezak Bedirxan, Bedirxan Bedirxan û Mehmed Saîd Bedirxan, bi zavayên wan ve, ew hemî surgunî Lîbyayê bajarê Trablusgarpê kirine. Di mercên dijwar de, di zindanên bin erdê de, ew dîl (girtî) mayîne. Bi doza darxistinê hatine cezakirin û pasê cezayê wan daxistine heta hetayê girtîgehê de girtî bimînin. Ji çendek efûyên gistî sunda, di dawî de li sala 1910 an, ew têne efû kirin û diçin Stenbolê.

Alî Galîp Pasa li ser van bûyeran pirtûka xwe ya bi navê “Terceme-î Halîm” de wusa nivîsandiye:” Wê demê li ser hebûnên mal û milkên Yewnaniyan lîstika boykotê destpêkirî bû. Erka (wezîfe) min jî ya resen ew bû ku li dijî bûyerên wusa yên ne qanunî ez rawestim. Lê wezereta daxîliyê û waliyê Stenbolê ji bo bûyerên ne qanunî her bê deng diman. Di dewra mutlakiyetê de kesên bi Bedirxaniyan ve mirovetiya wan hebûya û di dewra mesrutiyetê de jî, ji bo ku ez ji mesrutiyetê veneqetim û min tawîz neda, rûmeta (seref) min gelek binpêbû û ez pir nizm hatim dîtin û ji kar jî hatim avêtin!..” dibêje.

Di bin bandorên ne mirovatî de, malbeta Bedirxaniyan wusa hatiye çewisandin û pisaftin. Bi sedan heya hezaran, mirov ji nijadê xwe wusa hatine dûrxistin. Dema mirov îro jî li Turkiyê dorhêlên xwe binêre, dibîne ku pir kesên xwe Turk dibînin ya nijadê wan Kurd, laz, Çerkez, Pomak, Gurcî, Arnavut û Ereb e. Ew kes bi nijad pejirandina Turkan jî namînin, xwe dikin ciyê fasîstên Turk jî!..

Dixwazim çend gotinên dîn li ser hin malbetên bi Bedirxaniyan ve hatin girêdayîn rawestim. Postnîsînê Mewlewiyan yê li Selanîkê dijît Îshak Dede û newiyê wî wezîrê derva yê Turkiyê, Prof. Dr. Emre Gonansay û dayîka wî ya bi navê Mûveddet Gönensay, ew qîza Bedirxan Pasazade Abdurrahman Çinar e.

Ji lawên Bedir Han Pasa, Alî Samîl Pasa zewaca xwe ya yekemîn bi Bedrîfem Xanimê re kirî bû. Bedrîfem Xanim jî pasê bi Mehmed Edîbê Selanîkî re dizewice. Ji vê zewacê Halîde Edîp Adivar çêdibe. Halîde Edîp Adivar romannivîskar û wêjevana Turk ya bi nav û deng e. Ew hem bi mêrê xwe Adnan Adivar ve gelek nêzîkî Ataturk in. Di serê cîhanê yekemîn de wana gelek alîkariya Ataturk kirine.

Abdurrahim Zapsu (1890-1959) nivîskar û helbestvanê Kurd yê bi nav û deng e. Ji alîkî de jî hem sagirt û hem jî rêhevalê Bedîûzzaman Saîd-î Kurdî ye. Her du jî, li gel ordiya Turkan, li dijî Urisan di serê kirî de, ew dîl (êsîr) hatine girtin. Li Uris demek dirêj ew her du kes êsîr mayîne û pasê vegerîne Turkiyê. Ji bo ku her du Kurd gelek oldar û welatparêzin bûne, pas vegera wan ya dîlîtiyê, vê carê ji aliyê Turkan ve hatine girrtin û surgun kirin. Di zindan û surgunên Turkiyê de, wana emrê xwe yê zahmetkês borandine. Abdurrahim Zapsu bi newiya Bedir Han Pasa, qiza Sêxê Arusî Azîz Çinar ya bi navê Hîdayet Xanim ve zewiciye. Ji vê zewacê sê zarok bûyîne. Qîza xwe ya bi navê Hale bi Musa Anter ve zewiciye. Ji zarokên wan Anter Anter û Dicle Anter hatine dinê.

Lawê Abdurrahim Zapsu yê bi navê Mustafa Pertev jî, bi qiza malbeta bi navê “Uzel” tê nasîn re zewiciye. Ji vê zewacê Cûneyt Zapsu hatiye dinê. Cûneyt Zapsu yek ji endamên avakarên AKP yê ye. Ew bi hikumatê Turkiyê re wek amojgarekî girîng îro kar dike.

Dema jimara Bedirxaniyan ya îro bi dehezaran be, yên bûyîn Turk û wenda bûyîn re dîrok berpirsiyar e!.. Lê yên xwe binasin û li xwe xwedî derkevin, ewê bêtir bextewar û bi Kurdiya xwe yê serbilind bijîn!..

Çavkanî :

1. Lûtfî (Ahmed Ramîz), Emîr Bedîrhan, Stenbol, 2007

2. Ahmet Kardam, Cizre Botan Beyi, Bedirhan, dipnot yayinlari, 2011, Ankara

3. Qadrî Cemîl Pasa, Doza Kurdistan, Çapxaneya Stewr, Beyrut, 1969

4. Ekrem Cemîl Pasa, Muhtasar Hayatim, Enstîtûya Kurd ya Brûkselê, 1989

5. Helmeth Von Moltke,Türkiye Mektuplari, Is Bankasi Yayinlari, Ankara 1960

6. Ji bihîstinên çavkaniyên gelerî

7. Ji kovar û rojnameyên di derheqê Bedirxaniyan de nivisîn.

8. Ji secereyên Bedirxaniyan

9. Wêne Bedir Han Pasa yê berg:Miner Kilbourne Kellogg, (1814-1889) Reîsê Kurdan yê Cizrê bi rengîn (35.6 x 26.0 cm.)

10. Rifatê Kilisî yekî dîn jî yê bi nav û deng heye. Pêsnavê wî “mualîm” e. Yanê Mualîm Rifetê Kilisî ji bo ku Dr. Rifatê Kilisî ji hev bên cûda kirin, ew têbînî ji aliyê min ve lê hatiye zêdekirin. A. Balî.

A. Balî Han

Balkêş e ?
Close
Back to top button