Nivîsar

Sêr û Gêrgêrîk

Carik ji caran, rehmet li dê û bavê guhdaran, ji xeynî jendirmê romê û tehsîldarên tirkan.
Rok ji rojê xwedê, di dema Nebî Silêman de, ku ew bi xwe nebîyê xwedê bû, teyr û tûrê cîhanê û ins û cins tevayî di bin desthiladarîya-emrê wî de bûn.

Nebî Silêman bigota bimrin, bimrin, çi bigota, gotina wî nedibû dudi, wek wî dibû.
Li dinyê xela çêdibe, Nebî Silêman bangî sêrê xwe dike, dibêje ka derkeve li serê çîya, daristan û newala bigere, bê teyr û tulûrê çolê çi dikin, li dinyê çi heye, çi tune.

Meha tebaxê ye, sêr rabû berê xwe da çol û çepela, rîya ku sêrê Nebî Silêman tê ra diçe û têre, dihat li ser kuna-qula gêrgêrîka re derbas dibû, û gêrgêrîk hemû derketîne xebatê, ji bona jiyana xweyî zivistanê qûtê xwe deynin.

Sêr ji cem Nebî Silêman da ser rê û mesîya. Lepên sêr fireh bûn, wextê ku di nav gêrgêrîka ra derbas dîbû, bi hezara ji wan dîhatin kustîn.

Sêr wextê ji çol û çepela vegerîya, dîsa di nav wan ra derbas bû, dîsa bi hezaran ji gêrgêrîka hatin kustin.

Ne derbik û ne du derb, herdem, wextê dire çolê û tê koka gêrgêrika anî ew qedandin.
Gêrgêrîk jî rabûn çûn cem mîrê xwe, û mesele ji mîrê xwe ra gotin:

Hal û hewalê sêrê Nebî Silêman ji vê heta vê ye.

Mîrê gêrgêrîka ji wan ra got;
Heger vê derbê sêr hat, hûnê jê ra bêjin:
Bese di vira ra here were, te em qelandîn, tu ne sêrê Nebî Silêman bî, tu Nebî Silêman bî xwe bî, emê serê te bikin.

Bû a dinî rojê, sêr hat û dîsa di nav gêrgêrîka ra derbas bû.
Gêrgêrîka ban sêr kir, gotê:
Ya sêrê Nebî Silêman, bes di nav me ra derbas be.

Sêr li xwe vegerîya, li xwe nerî û lî wan nerî, gelek aciz bû û ji wan ra got:
Ezê hertim di vira ra herim û bêm, çi ji we bê bikin.

Gêrgêrîka jî got:
Heger tu derbik din bêyî, emê serê te bîkîn.

Sêr êvarê vegerîya malê û rast çû cem Nebî Silêman, mesela xwe û gêrgêrîka ji wîra got.

Nebî Silêman jî pir aciz bû, ji sêrê xwe ra got:
Tê hertim di ser wan ra derbas bî, çi ji wan bê bila bîkin.

Nebî Silêman gelek bawerîya xwe bî sêrê xwe dianî, çima ku nebîyê xwedê bû.

Bû sibeh, sêr rabû, hayê wî ji bayê felekê tune bû.

Li pêsîya wî çi heye, çi tune, nîzane.

Ez serê we neêsîn im, wextê ku ev gengejîya di nav gêrgêrîka û sêr de derbas bibû, gêrgêrîk bi mîrê xwe ra dîpeyivîn û mîrê wan vêya ji wan re dîbêje;
Ji tifaqê bastir tu tist çêtir nîne, hey em di bin zilma Nebî Silêman û sêrê wî danin.

Meriv li berxwe bide, berxwedan ferca xêrê ye. Sibehê kesik nerin qutê xweyî zivistanê.

Defa hewarê lêxin, hemû kes li ser kuna-qula mûristana xwe bîsekinin.

Netirsin, diranên xwe tûjbikin û bi kîn bin li benda sêr bisekinin, bi tevayî êrîsî ser sêr bikin.

Bû sibeh, sêr ji mal derket û berê xwe da çol û çepela, dîsa di welatê bindesta ra derbas bû.

Wextê derbas dibe, gêrgêrîk ban dikin û defa hewarê lê dixin:
Ey sêrê Nebî, heta ana bes e, jî destê te û mezînê te.

Xwe bigir, em hatin, em hatin.

Gêrgêrîka hemûya bi hev ra êrîsî ser xulamê Nebî Silêman kirin.

Hinik ketin pozê wî, ê ketin guhê wî, tofanî ji sêr re anîn, sêrê Nebî Silêman posman bû ku ji dîya xwe çêbû..

Talî sêr ser serî xîstin erdê, nepîxandin, werîmandin û sêr ji wî halî xistin halikîdinê û talî û sêr mir.

Erê, bû êvar, sêr venegerîya malê, bû sibeh, sêr tune.

Nebî Silêman bangî dîk ( ku dibêjin, dike nebî Silêman) xwe kir, gotê: Tu here binere sêr ji doh de çûye çolê û venegerîyaye, ew çi hewal hatîye serê sêr.

Tirsa min ji wê tirsê ye, ku gêrgêrîka wî kustîye.

Dîkê Silêmanî rabû, bi du sêr ket, ha li vir, ha li wir, dîk nerî ku sêr werimîye û ser tije gêrgêrîk in.

Dîk vegerîya ji Nebî ra got:
Nebîyê min, bi serê te kim, sêr mirîye û ser tijî gêrgêrîk bûne.

Wê çaxê Nebî Silêman ji xwe ra got:
Talya zulmê tune, talî, talî asitî û azadî ye. Wan camêra jî me ra gotîn, lê belê me bi a xwe kir. Te dît çi hat serê sêrê mîn?

Gelî heval û hogira, ev çîroka hana di welatê me de bi gelek hawayî tê gotin. Lê hemû cûre jî qala tifaqê û yekîtîyê dikin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button