Karlenê Çaçanî jî ji nav me barkir û çû ser dilovaniya xwe!..
Ronakbîr û zanyarê Kurd yê navdar Karlenê Çaçanî jî ji nav me barkir û çû ser dilovaniya xwe!..
Ew di 9 ê Nîsanê sala 2012 an de dema li Yêrêvanê çû ser heqiya xwe, temenê wî 83 salan de bû. Karlenê Çaçanî doktorê dîrokzaniyê û serokê para Kurdzaniyê ya Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmiya Ermenîstanê bû. Karlenê Çaçanî di sala 1930 î de li Ermenistanê li gundê Dêrikê, bi girêdayiya qezaya Elegezê ji dayîka xwe bûye. Zarotiya xwe li gundê Dêrikê derbas kirye. Navê bavê wî Aram e. Ew bi wêje û folklora Kurdan re zehf mijûl bûye û tesîra wî li ser Karlenê Çaçanî jî gelek e. Karlenê Çaçanî dibistana gundê Elegezê ya seretayî, navîn û lîse xelas kir sunda, di sala 1948 an de li Fakûlta Dîrokê, li înstîtûya Yêrêvanê ya pêdagojiyê hatiye qebulkirin. Di sala 1951an de ew fakûlta destpêkirî tewaw dike. Ji wan salan pê de wî dest bi nivîsandina helbestan kirye. Helbest û gotarên wî di rojname û kovarên Ermenî, Rûsî û Kurdî de hatine wesandin. Bes ne tenê helbest gelek gotar, çîrok, serpêhatî û goftûgoyên wî hatine belav kirin. Berhevoka wî ya yekemîn di sala 1958 an de bi sernivîsara ‘Ahmedê Egît’ li Yêrêvanê hatiye çapbûyin. Berhevoka wî ya helbestan duwemîn ‘Gul’, di sala 1960 î de li Yêrêvanê, di sala 1961an de berhevoka wî ya sêyem ‘Siêr û Kew’ hatiye çapkirin. Di sala 1967 an de bi navê ‘Siba Wetenê Min’, di sala 1972 an de bi navê ‘Baqe Tev’, di sala 1980 î de ‘Zerê’, di sala 1984 an de ‘Zînê’, di sala 1988 an de ‘Azê’ hatin çapbûyîn. Bi zimanê Rûsî jî di sala 1983 an de bi navê ‘Keskesor’ pirtûka wî ya helbestan li Moskow hate çapkirin. Bi gelek karûbarên xwe yên din yên zanyarî de jî ew tê nasîn. Di sala 1981an de bi navê ‘Pirsa Kurdan Di Nav Rojname û Kovarên Ermeniyan de’ hate wesandin. Ji sala 1965 an heya sala 1990 î serwêrî seksiyona nivîskarêd Kurda ya rex Tifaqa Nivîskarêd Ermenistanê kiriye. Karlenê Çaçanî endamê Yekîtiya Nivîskarên Sovyêtistanê û Yekîtiya Rojnamevanên Sovyêtîstanê bû. Ji sala 1969 an pê de di înstîtuya Ermenîstanê ya Ulmaye Rojhilatnasî de, di besê Kurdzaniyê de wek doktor xebitiye. Karlênê Çaçanî, ew bi du xebatên xwe yên zanyarî û giranbuha dîn jî bas têye nasîn. Ji wan xebatan navê yekê “Mêrxasîya Kurdan û Ermenîyan li Dêrsimê li dijî Turkiyê”. Berhema xwe ya dîn bi navê “Dîroka Heleqetiyên Ermeniyan û Kurdan ya Çandê di Salêd 1950-1980-î da” ye. Bi ew berhemên xwe li sala 2006 an de bi navê “Prof. Dr.” ew hatiye xelat kirin.
Navê “Karlen” hin caran bi xeletî wek “Karlan” têye nivisîn. Navê wî navekî Kurdên Ermenistanê di dema Soresa Oktobirê de bi kar anîne. Ew nav di nav Kurdan de, wê demê pir bi kar hatiye. Gelek Kurdên li Ermenistanê dijîn, wana navê zarokên xwe “Karlen” danîne. Ew navê “Karlen” jî, ji du navan pêk hatiye. Ji navê “Karl-Marx” bes “Kar” û ji navê “Lenin” jî “Len” hatiye girtin û ew nav bûye “Karlen”.
Ew bi welatparêzî û bi karmendiya xwe bastir dihat nasîn û di nav Kurdan de, ew bi nav û deng bû. Bila Xwedê rehma xwe bidê.
Ji bo bîranîna wî, du helbestên wî yên li ser Kurdistanê hatin nivisîn, wana pêskêsî xwendevanan dikim.
KURDISTAN
Min nediye Kurdistan.
Lê dilê min ew diye!
Min nediye Kurdistan.
Lê huba min li cem wê ye!
Min nediye Kurdistan.
Û gulê wê neçiniye,
Lê îmdat û mikan e,
Gav û sehet cem min e.
Min nediye Kurdistan.
Min nediye Kurdistan.
Eynî dara sevê ye,
Xazil xewna min rast bûya!
Kurdistan azad bûya!..
Qanatê xwe bakira,
Deng seda wê sekira!
Firqaskira biçûma
Û li wir pêya bûma,
Xûn tamarê dilê min
Bira teze bendbûna!..
Êrêvan, 1969
?
KURDISTANÊ AZA BE!
Gul û sosin xeyîrîne
Nakin qibîn kew û bilbil
Îdî nastirin çem û kanî
Nalîlîne bayê dîn
Keçê Kurda cêr hilnadin
Îdî naçine ser kaniyê
Xortê Kurda kihêl najon
Dayîk pêtiyê îdî navên
Kurdistanê mij-dûman e
Res, misotin çiya, banî
Xûna gevez wan dikise
Dest û zozan digirîn
Roma xayîn dîsa li vir
Sûrê qetlê hildaye
Çav berdaye çiyayê Kurda
Wêran dike kon, qapiya
Bes e we ra, Tirkên devxûn
Xûna am, tam birêjin
Pak bizanibin, nav wê xûnê
Hûnê wele bixeniqin
Bes e we ra, casên neyar
Pista dijmin bigirin
Dijmin înke, hin xayîn e
Qira Kurda ew tîne
Tirk xayîn e, bê ebûr e
Bawer nekin sozên wan
Zêr, zîvên wan temam qelp in
Nebin koneyên wan Tirkan
Dest bidine hev gelî Kurdan
Ez qurbana we sêra
Dijminên har bavên de’lê
Û dest bînin azayê
Kurd timê jî mêrxas bûye
Sûr û mertal daneniye
Boy azayê, bona rastiyê
Her dem ewî ser kiriye
Kurd timê jî dilsax bûye
Xweyê keda xwe bûye
Xudê sed e, ev yek diye
Lê çima wa dizêre
Na, wê altke rastiyê dinê
Kurdistanê aza be!
Çiya û baniyê bixemlînin
Gulên gevezê vebin
Ez bawer im gelî Kurda
Ew ro îdî nêzîk e
Her vir rabin, dest bidine hev
Hevra tifaq û yek bin.
Karlenê Çaçanî
A. Balî Han