Hevdîtina Erdogan û Serok Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê, serok Mesûd Berzanî van roja tête Tirkiyê. Dan û stendinên di navbera hukumeta AK Partî û Kurdistana Basûr de, bi qasî xuyanî dike li ser esasê menfaeta herdu aliyan ve berdewam dike. Hukumeta Erdogan çend roj berê, hukumeta nû ya Kurdistanê û serokwezîr Nêçîrvan Berzanî pîroz kiribû. Û van roja jî wê pêswazî li serokêr Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Berzanî bike.
Gelo Erdogan wê di vê seredanê de ji serok Mesud Berzanî çi daxwaz û hêviyan bike?
Em dizanin gelek pirsên mezin hene ku li ser dan û stendinê bikin: Pirsa têkilheviya Iraqê, eleqetên hukumeta Kurdistanê û hukumeta merkezi ya Bexdayê, pirsa Maliki û Hasîmî û helwesta hukumeta Herêma Kurdistanê beramberî pirsa Suriyê û pirsa PKK û hwd…
Heger Erdogan wek berê li serokê Kurdistanê dehwa serekî li dijî PKK bike, wê xelet be. Serok Mesûd Berzanî evê yekê qebûl nake. Ya rast jî eve ye, divê xwîna kurdan neyê rijandin. Rast e, xirabiya PKK ne bes li Kurdistana Iraqê, li hersê parçên dî jî bi sala ye çêdibe. Kurdên hemû besên Kurdistanê ji siyaseta PKK û kirînên wê ne razîne. Û PKK jî guhdariya keskî nake, ji ber ku ne bi destê xwe ye.
Lê, Erdogan ji bo zeîfkirina rol û tesîra PKK, divê bi kûrahî biçe ser dewleta kûr. Ne bes Kenan Evren û generalên fasîst ‘kemalist bêne ber dadgehê, divê di serî de Sulêman Demîrel û rêvebirên dewleta kûr û Ergenekonê yên sivîl jî mehkeme bike, bigre û têkiliyên wan û PKK eskere bike. Heta ku ew têkiliyên kûr ji aliyê hukumeta Ak partiyê ve , bi belge û îsbatên resmî, neyê raberkirin, xapandina qismek ji kurdan ji alî PKK vê wê berdewam bike. Ev jî çareseriya pirsa kurdan û pêkanîna jiyaneke bi biratî û wekhevî di nêv Tirkan û Kurdan de dereng diêxe. Pêkanîna jiyaneke wekhevî , ya bi heq û huqûqên Tirkan û Kurdan ya bi qasî hev, bi taswîyekirina kemalîstan û dûvikên wan dibe. Ji bo serkevtina di vî warî de, îmkanat û mecal di destê hukumeta AK Partî de ye. Ne di destê gelê kurd de…
AK Partî û hukumeta Erdogan, ku menfaetên stratejîk yên Tirkan û Kurdan bi hevra dibîne, divê samîmî be. Tista vesartî nehêle. Safîkirina pirsa PKK di destê wan de ye. Bila ji kurdan gazinan nekin.
Ne xwe kurd (wek serok Berzanî, an jî kek Kemal Burkay) di vî haletî de nikarin tesîrê lê bikin; an wê biguherînin û bînin ser rêka netewî, an jî wê ji saha siyaseta kurdî derêxin .
Heçî berdewamiya dewleta federalî ya bi Ereban re qet bi serê min nakeve. Ji Abdulkerîm Qasim, bigre, Ebdulselam Arif, Ehmed Hesen El-Bekir ; Saddam Husên û heta Malîkî hemû rêberên Ereban înkara mafên kurdan kirine û kengê ber xwe dîtine dîktatorî kirine û dikin. Demokratiyet û rêzgirtina li heq û huqûqê cîranan li ba wan nîne. Kurd divê ciddiyen hisabê serxwebûna Kurdistanê bikin.
Bavê Rewsen