Nivîsar

Înkar û nenasîn li ser kar e

Hewar û dengê Baasîyan li jêr her reng û dengekê da bin her kifs e.

Naverok û navka wana li ser nenas kirina çarenivîsa Kurd û welatê Kurdistanê ye.

Niha ji du alîyan ve bo me askiratir dibe ku ji ber çi Tirkîyê cih dide SNC (Meclîsa Nistîmanî ya Suryê).

Dibê careke din jî em li ser Kustina Mîsel Temo bifikirin.

Pelixandin û pistguh êxistina tevgera rastexweya gelê Kurd û teror kirina kesatîyên serkirde di vê dozê da, miraz û armanca wana ye.

Ev bê sedem nebû ku tevgera netewa Kurd xwe ji nava refên SNC ê vekisand. Ji ber ku ewan her wekû Baasa soven û regezperst li ser nenasîn mafê rewaye Kurdan hevdeng bûn.

Keremken serokê Meclîsa Nistîmanî ya Suriyê ‘SNC Burhan Xelîyûnî bi askirayî û bê tirs û serm radigihîne, dibêje ;’li Suriyê deverek bi navê Kurdistana Surîyê nîne. … Her wusa Federalî jî xewnek e… filan û fîstan…

Ma gelo çi ferqek di navbera bîr û hizrên Serokê Meclisa Nistimanî ya Sûriyê ‘SNC cenabê Burhan Xeliyûnî û serokê dewleta Surîyê Besar Eshad heye.

Ne xêr,çavkahnîya herdu alîyan jî vejîyandina baasa fasîst û soven e.

ENKS û hemû Kurdên li Basura Rojavaye Kurdistanê dibê bersîveke law û sundaner bidine cenabê Xelîyûnî.

Hemû Kurdên Basura Rojavayê Kurdistanê dibê bi yêkdengî bersîva vê hizra genî û dem di ser da buhorî bidin.

Ew bersîv jî hevxebatîya hemû hêz û partî, kom û civatên sivîl yê kurdan e, lî wî parçeyî.

Her wusa dibê em Kurd li her cihê ku lê ne bi xasima lî derveyî welat dibê zextê lî wê hizra wana ya çewt û xeternak bikin, wana sermezar û rûres bikin.

Eger ku ew îro wusa bi dengê bilind, ku hêj nebûne desthelatdar wan gefan li netewa Kurd dikin û Kurdistanê nasnakin, dema ku bibine xudan ferman wê çi bela bi serê me Kurd bînin.

Cenabê Xelîyûnî bi serê te û babê te Kurdistan heye û hem jî çar parçe ye û parçeyek jî ku em dibêjin rojavayê Kurdistanê, ew jî di bin destê bab û kalên te da dinale.

Belê dema tifaqa me hebe, emê bersîva wan bêbext û zordaran bidin.

Hita em hevkar û hevxebatîyê bi hevra nekin, em serdar û rizgar nabin.

Remzê serkevtina gelê me û rizgarîya Kurdistanê her tifaq e.

Yêkitî , yêkitî, her dîsa yêkitî….

Newroz Bawer

Balkêş e ?
Close
Back to top button